Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê ji bo Çoban a YPJ'yî hat vedan, kirin

Ji bo şervana YPJ'ê Dîlan Çoban li Wanê konê sersaxiyê hat vedan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî kon kirin.

Ji bo şervana YPJ'ê Dîlan Çoban (Rûken Hêlîn) a di 17'ê Sibatê de li derdora Bendava Tişrînê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê konê sersaxiyê hat vedan.

Girseya gel a li taxa Kale ya navçeya Tûşbayê li hev civiya, xwest heta konê sersaxiyê yê li Mizgefta Abdulkadîr Geylanî bimeşe.

Lê belê polîsên Tirk bi bendan pêşî li girseya gel girtin û êrîşî konê sersaxiyê kirin.

JI JINAN RE GOTIN 'HÛN NEAXIVIN'

Xwişka Çoban Rewşen Çoban diyar kir, polîsên êrîşî konê sersaxiyê kirin nehiştin jin biaxivin. Çoban da xuyakirin ku polîsan ji jinan re gotine 'hûn neaxivin, bila mêr werin' û got, "Hewl dan posterê xwişka min jê bikin, lê me nehişt."

Li Îpekyolûyê jî polîsan êrîşî konê sersaxiyê kirin û dest danîn ser hemû wêneyên li vir. Polîsên Tirk her wiha heqaret li beşdarên merasîmê kirin.