YPS: 13 çeteyên qesrê hatin kuştin
YPS'ê da xukyakirin, ku di çalakî û şerê dawî yê li hemberî çeteyên qesrê de 13 çeteyên qesrê hatine kuştin.
YPS'ê da xukyakirin, ku di çalakî û şerê dawî yê li hemberî çeteyên qesrê de 13 çeteyên qesrê hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, konsepta şerê topyekûn ê rejîma qesrê ya faşîst îro li Sûr, Cizîr û gelek deverên Kurdistanê dewam dike. YPS'ê da xuyakirin, ku li hemberî van êrîşên faşîst, têkoşîna gelê Kurd û yekîneyên berxwedanê ya bi pêşengiya YPS'ê, bi biryardarî didome.
Li ser encamên şerê dawî YPS'ê ev agahî da:
"Roja 21'ê Sibatê li taxa Yenî Mahalle ya navenda Şirnexê saet di 11:00 de yekîneyên me yên berxwedanê, li hemberî 10 polîsên li ber mala polîsan li hev kom bûbûn û li dijî vê avahiyê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de bi zelalî 2 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.
22'ê Sibatê li navçeya Şirnex Hezexê, çeteyên xwestin bikevin nava taxa Yenî Mahalle rastî bersiva yekîneyên me yên berxwedanê hatin. Li vê derê 4 polîsên tevgera taybet hatin kuştin.
Di sibeha 23'ê sibatê de, çeteyên xwestin ji rêya Mîdyatê xwe berdin nava taxa Tûrgût Ozal, li berxwedana yekîneyên me rast hatin. Li vê derê 3 tîmên tevgera taybet hatin kuştin. Di encama lêdana bi bandor a yekîneyên me yên berxwedanê de, çete neçar mane xwe vekişînin. Çeteyan piştre bi çekên giran êrîşî taxan kirine.
Roja 22'ê Sibatê, ji çeteyên hewl dan xwe berdin nava tavçeya Sûrê ya Amedê, 4 çete hatin kuştin. yekîneyên me ji ser çeteyan 3 mertalên ji pola rakirin."