Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku yên sûcê mirovahiyê kirine wê li dadgehên navnateweyî werin darizandin û got, "Gel ev rastî dît. Ev hovîtî li rûpelên dîrokê hat nivîsandin."
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku mezintirîn komkujiya salên dawî lê hat kirin, dorpêçî û dagirkerî di roja 71. de ye. Di encama êrîşên hêzên dewletê yên bi tank, top û maşînên zirxî de zêdeyî 260 mirov li taxên Cûdî, Sûr, Nûr û Yafesê bi hovane hatin qetilkirin. Li morgên nexweşxaneyan hînê zêdeyî 150 cenazeyên teşxîsa wan nehatine kirin hene. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku hewl dide vê wehşetê nîşanî cîhanê bide, bûyerên diqewimin wek 'vandalîzmeke kirêt a dewletê' pênase dike.
Sariyildiz da xuyakirin, ku wehşeteke 70 rojan de bi hezaran xanî hatin xerakirin, bi qasî hatiye tespîtkirin zêdeyî 260 mirov hatine qetilkirin û zêdeyî 150 cenazeyên mirovan ji ber şewitîne û nayên naskirin, nikarin bên teşxîskirin.
Sariyildiz diyar kir, ji bo rizgakirina mirovên li jêrzemînan asê ma bûn, ew hem li nava hikûmetê hem jî li nava hiqûqê ketin nava hewldanan, lê belê ji ber biryara komkujiyê ya berê hatibû wergirtin, ev serlêdanên wan ji nedîtî ve hatin.
Sariyildiz got, "Mirov bi barbarî hatin qetilkirin. Yanî bi hesteke ku cihê xwe di hiqûqa dijminatî û şer de nîne, hatin qetilkirin. Niha qeyda dengê gelek mirovan heye. Sibe dusib, ev berpirsyar wê derkevin pêşberî dadgehên sûc ên navneteweyî. Me durûtiya cîhanê jî bi awayekî vekirî dît. Ji ber ku li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. Ev ne tenê gefek li hemberî jiyana 200-300 mirovên li vê derê bû. Li Cizîrê nirxên mirovahiyê hatin binpêkirin. Ev bûyerên li Cizîrê qewimîne wê êdî li Cizîrê bisînor nemînin. Vê yekê li welêt hêrseke ku cebirandina wê nabe, afirand. Di dilan de rê li ber birîneke kûr vekir, ku nema tê girtin. Gelê Cizîrê bi nifûsa xwe ya ji 120 hezarî re niha birîndar e û gelekî bi hêrs e. Ez qala 120 hezar mirovî dikim û niha li Cizîrê bi tenê 10 hezar mirov mane. Yên mayî neçar man navçeyê biterikîinin."
Sariyildiz, di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bêdengiya tevahiya raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî komkujiyê nirxand û got, "Li pêş çavên tevahiya cîhanê hovîtî, bêesiltî, barbarî û wehşeta herî mezin a sedsalê derket pêşberî me. Cîhan li hemberî vê bêdeng ma. Helwesta DMME samîmî nebû."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn, ku li Cizîrê gelek hêzên tarî hatin bikaranîn û ev nirxandin kir: "Li vir gelek hêzên tarî û paramîlîter hene. Di salên 90'î de jî li vir mirov qetil kiribûn. Ev kujer hatin berhevkirin û dîsa şandin vê derê. Ez qala polîsên tevgera taybet ên emrê wan 50-60 salî ne, dikim. Ev ji zûdeyî teqawît bûne. Dewletê bi xwe jî li vê mikur hat. Got, 'me mirovên xwedî tecrûbe careke din li hev civand'. Ev li Cizîrê hatin bikaranîn. Û vana li Cizîrê li hemberî gelê me şerekî hovane meşandin. Her kesên diliviyan qetil kirin. Hînê berî du rojan, li taxa Şah ku xendek lê nîne û qaşo dewletê berî 10 rojan eşkere kir ku 'operasyon qediya ye', jineke ciwan li ber deriyê mala xwe hat înfazkirin. Xwîna wê, pantolon, kincên wê li wir e. Bedenên jinên me teşhîr kirin. Beşek ji van di çapemeniyê de jî hatin weşandin."
Sariyildiz destnîşan kir ku ew gelekî baş dizanin bê ev wehşeta dewletê bi kîjan armancê hatiye kirin û got, "Gelê me ev rastî dît. Ev hovîtî li rûpelên dîrokê hat nivîsandin. Dibe ku êrîşa herî barbar û wehşî ya sedsala 21'an e. Em dizanin bê armanca wan çi ye. Di ser mirovên me yên li Cizîrê hatin qetilkirin re, xwestin mesaja 'eger hûn li ber xwe bidin, aqûbeta we jî wê ev be' bidin mirovên li vî welatî ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê berdêlan didin. Ev mesajeke gelekî kirêt e. Me ev mesaj girt. Bêguman gelê me wê bersiva pêwîst bide."