2 cenazeyên din ên ji Cizîrê hatin teşxîskirin, 5 cenaze bi korsanî hatin veşartin

Cenazeyên Emel Ayhan û Mûrat Şîmşek ên di komkujiya li Cizîrê de hatin qetilkirin, bi testa DNA eşkere bû. 5 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî bêyî teşxîsê bi awayekî korsanî hatin veşartin.

Ji 62 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Xabûrê, cenazeyên Emel Ayhan û Mûrat Şîmşek bi testa DNA hat teşxîskirin. Tê payîn, malbat ji bo wergirtina cenazeyan berê xwe bidin Silopiyayê.

Di heman demê de malbata endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel jî, ku ji bo teşxîsê hat Xabûrê, nekarî cenazeyê kurê xwe teşxîs bike.

5 CENAZE BI KORSANÎ HATIN VEŞARTIN

Li aliyê din, derket holê ku 5 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bûn, bêyî teşxîsa wan bê kirin li goristana Avgamasya ji aliyê hêzên dewletê ve bi korsanî hatine veşartin.