Li Hezexê top li malan tên barandin

Li Hezexê, ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk gelek malên li taxa Yenîmahalle şewitîn.

Li navçeya Şirnex Hezexê, dorpêçî, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 8. de ye. Ji ber topbarana ji gundê Xirabşeref ji aliyê hêzên dewletê ve li hemberî taxa Yenîmahalle hat kirin, şewat bi gelek malan ket. Ji malan dû tê.

Her wiha hêzên dewletê yên hewl dan xwe berdin nava taxan, rastî berxwedana YPS û YPS Jin hatin.

Li navçeyê, tevgera bi pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê re didome. Li navçeyê her wiha maşînên zirxî yên leşkerî her digerin.