KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk êrîşî girseya gel a xwest bimeşe Sûrê kir
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê, girseya gel li Ofîsê li hev civiya û xwest bimeşe Sûrê. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin. -
Li Hezexê leşkerekî Tirk hat kuştin
Di şerê li Hezexê de leşkerekî Tirk mir. -
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Atan û Temel hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Fazil Atan (Botan Bahoz) û Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) ên di bomberdûmana li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dan, piştî teşxîsê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin wergirtin. -
Ciwanên Ereb diherikin nava refên YPG'ê
Akademiya Şehîd Xebat a YPG’ê li Kantona Efrînê yekemîn dewreya perwerdeyê ya şervanên Ereb bi dawî kir. -
Li Sûrê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd dewam dikin
Li navçeya Amed Sûrê, piştî teqînên dijwar ambûlans ketin nava navçeyê. Li ser taxên hatine dorpêçkirin, helîkopter digerin. -
Li Şedadê derba giran li DAIŞ'ê hat xistin
Operasyona 'Xezeba Xabûrê' ya şervanên HSD'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Şedadê dan destpêkirin, piştî azadkirina navenda bajêr, li gundan dewam dike. -
CÎK: Berxwedana li dijî zilmê ferz e
Di daxuyaniya CÎK'ê de hat gotin, "Em bang li her kesên li Ewropayê dijîn, bawermendan û mirovên li dijî zilmê ne dikin, ku li hemberî vê zilmê bisekinin." -
Li Şirnexê teqîna dijwar
Li semta Yenîmahalle ya Şirnexê teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê dengê çekan ji herêmê hat. -
Li gundê El Sadînê 8 çete hatin kuştin
Di şerê duh bi şev ê li derdora Bendava Tişrînê yê di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de 8 çete hatin kuştin. -
Li Dêrikê di emelî de qedexeya derketina derve heye
Li Dêrika Çiyayê Mazî, ku hêzên dewleta Tirk dest bi êrîşan kir, dengê çek û teqînan tê. -
'Ji bo nasname û azadiya xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'
Nezahat Bîtmîş a 70 rojan Sûr neterikand got, "Em hikûmeteke bi vî rengî naxwazin. Çi dibe bila bibe em ê Sûr, Baglar, Amedê neterikînin. Ji bo nasname û azadiya xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." -
Li Cizîrê cenazeyek hat dîtin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê cenazeyek hat dîtin. Cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. -
Serçeteyekî DAIŞ'ê ji aliyê HSD'ê ve hat girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundê Xeriz, serçeteyê bi navê Ebû Xetab El-Kezexî girtin. -
Topbaran li hemberî Sûrê didome
Li Sûrê berxwedana li dijî dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk, ev 82 roj in didome. Topbarana li hemberî navçeyê jî bi dijwarî dewam dike. -
Hêzên dewletê bi zorê gelê Hezexê ji malan derdixînin
Li Hezexê dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 6. de ye. Hêzên dewletê bi zorê şêniyên taxan ji malan derdixînin. -
YPG: Balafireke nediyar çeperên me bombe kir, 3 şervanên me şehîd ketin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku beriya 2 rojan balafireke ne diyar êrîşî çeperek hêzên wan a li gundewarên Hesekê kir. Di encamê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan. -
Avesta: Gerîla wê bi taktîk û çalakiyên nû re tola vî gelî hilîne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir, ku ruhê berxwedanê wê gelê Kurd bi ser bixîne. -
Li El Herîrî 4 çete hatin kuştin
Şervanên HSD'ê li gundê El Herîrî 4 çete kuştin. -
Li Sûrê ji taxên sivîl lê ne dengê teqînan tê
Ji Sûra ku 82 roj in li dijî terora dewletê berxwedaneke dîrokî nîşan dide, ji danê sibehê ve dengê şer û teqînan tê. -
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li Şedadê ye
Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna şoreşê bi berxwedana dîrokî tê meşandin. Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal a ji gelên cuda pêk tê, li refên herî pêş ên berxwedanê cih digire. -
'Em hevparê jiyana bi rûmet in'
Ekîn Arslan ku di sala 2014'an de dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê asîstantî dikir tevlî nava refên gerîla bû, êrîşên Erdogan ên li hemberî Însiyatîfa Akademîsyenan a ji bo Aştiyê, nirxand. -
Li Şêx Meqsûdê sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrin AKP/Erdogan de, li taxa Şêx Meqsûd sivîlekî jiyana xwe ji dest da. -
Ciwanên Kurd banga berxwedanê kirin
Ciwanên Kurd ên li hemberî polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk tevlî nava refên berxwedanê bûn, ji bo xurtkirina têkoşînê bang li gelê Kurd kirin. -
Fuzeyên DAIŞ'ê li Kobanê, fuzeyên Tirkiyeyê jî li Efrînê dikevin!
Zêdeyî hefteyeke artêşa Tirk bi topên obusê Efrîn û derdora wê bombe dike. -
2 gund û 10 gundik hatin rizgarkirin
Pêngava 'Xezeba Xabûrê' dewam dike. Hêzên HSD'ê 2 gund û 10 gundikên li başûrê Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.