Avesta: Gerîla wê bi taktîk û çalakiyên nû re tola vî gelî hilîne

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir, ku ruhê berxwedanê wê gelê Kurd bi ser bixîne.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir, ku ruhê berxwedanê wê gelê Kurd bi ser bixîne.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta, bûyer û qewimînên li herêmê ji ajansa me re nirxand.

'EV GEL WÊ TESLÎM NEBE'

Avesta bal kişand ser çalakiyên protestoyî yên li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û got, "Îsal jiyan sekinî, Li her devera Kurd lê dijîn çalakî hatin lidarxistin. Alîgirên aştî û azadiyê li hemberî komployê dengê xwe bilind kirin; çalakî û têkoşîna xwe dewam kirin. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê li Sûr, Cizîr û Silopiyayê derket asta herî bilind. Ev du sal û nîv in Sûr berxwedaneke pîro dimeşîne. Parastina bi rûmet a gelê Kurd dewam dike. Di 15'ê Sibatê de wehşeta dewleat Tirkiyeyê û hikûmeta AKP'ê li Cizîrê dewam kir. Çawa ku Hîtler azadîxwaz di firinan de şewitand, heman zîhniyetê bi heman rêbazan faşîzma Qesrê xwe li Cizîrê nîşan da. Tevî ku li wê derê faşîzm kirin jî, berxwedaneke mezin, sekneke mezin hat nîşandan. Komkujî hatin kirin, lê bi qasî wê hêviyeke mezin, bendewariyeke mezin û ruhekî berxwedêr xwe nîşan da. Mirovên bi rojan li wan jêrzemînên wehşete bi birîndarî sekinîn, vîneke mezin nîşan dan. Ji wan yek bi tenê jî teslîmî faşîzma Hîtler a AKP'ê nebû. Mîna ku Mehmet Tûnç ê li jêrzemîna berxwedanê teslîm nebû got, gelê Kurd nehat ser çokan, wê neyê ser çokan."

'VÎN Û BERXWEDANA GELÊ KURD BI SER KETIYE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta da xuyakirin, ku dewleta Tirkiyeyê, hovîtiya li jêrzemînên li Bakurê Kurdistanê kiriye ji xwe re weke serketinê dîtiye û got, "Lê belê cîhan hemû dizane, ew li wir têk çûn. Ev berxwedana li Bakurê Kurdistanê, komploya 15'ê Sibatê careke din pûç kiriye. Têkoşîna gelê Kurdistanê, vîna şervanên azadiyê, ruhê berxwedanê û sekna azad a gelê Kurd bi ser ketiye. Bi vê berxwedanê re gelê me nîşan da ku li hemberî komployê têdikoşe û careke din komplo pûç kiriye."

'JI BER KU HEVPARÊ KOMKUJIYÊ NE, BÊDENG IN'

Avesta diyar kir, ku pêvajo ji her alî ve rewş zelal kiriye, têkoşîna berxwedanê mezin kiriye û anî ziman, ku hêzên di nava pêvajoyeke bi vî rengî de cih girtine, helwesta wan jî diyar bûye.

Avesta got, "Yên dixwazin dostaniya xwe nîşan bidin, nîşan didin. Yên li dij in, bi her awayî dijberiya xwe nîşan didin. Ji destpêkê ve hêzên Başûrê Kurdistanê (ne giştî jî be, yên mîna PDK'ê dane dû berjewendiyên xwe yên aboriyê) li hemberî komployê bi berpirsyara xwe ranebûne. Berjewendiyên wan û Tirkiyeyê di asta herî bilind de ye. Di oxira van berjewendiyan de helwesteke bêberpirsyar a nirxên gelê Kurd ji nedîtî ve tê, pêşî li çalakî û nerazîbûna gelê Kurd a li hemberî komployê digire, hat nîşandan. Li pêşberî qetilkirina ciwanên Kurd li wan jêrzemînên wehşetê, Hikûmeta Başûr bi ti awayî nerazîbûn nîşan neda. Lê bi dewleta Tirk a wehşetê li gelê Kurd dike re têkiliyên dostaniyê çêdike. Dewleta Tirk hêza pêkanîna vê wehşetê ji wan digire. Li Rojhilata Navîn, yê ku bi Tirkiyeyê re ye û li wehşeta Tirkiyeyê temaşe dike, bêdeng e PDK ye. Bêdengiya wan nîşaneya hevpariya wan e."

'BERXWEDAN WÊ MEZIN BIBE'

Avesta ragihand, ku pêvajoya heyî krîtîk e, dewleta Tirk di nava kaoseke kûr de ye û bi sirar dixwaze vê siyaseta kaosê bidomîne. Avesta anî ziman, polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd roj bi roj mezin bûne.

Avesta da xuyakirin, ku dewleta Tirk ketiye nava rewşeke xitimî, ji bo xwe ji vê rewşê xilas bike êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd zêde kiriye û destnîşan kir, ku divê li hemberî van polîtîkayên kirêt têkoşîn were xurtkirin.

Avesta diyar kir, pêvajo wê li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, zîndana û çiyayên azad mezin bibe û got, "Êdî pêvajoyeke nû destpê dike. Gelê Kurd bi vîneke mezin, bi ruhê li Cizîrê derket holê re, bi berxwedana Sûr, Hezex, Kerboran, Gever û Silopiyayê re wê bimeşe. Li her derê wê berxwedan bidome. Berê jî hatibû gotin; eger ciwanên Kurd, malên gelê Kurd werin şewitandin, ev agir wê wan jî bişewitîne. Ev agir wê ne tenê li Kurdistanê be. Ev agir wê li her devera Tirkiyeyê belav bibe. Li her devera faşîzm lê heye wê berxwedan hebe, wê berxwedan derkeve pêş, têkoşîn bê dayîn. Bihara 2016'an bi vê dema nû re wê bibe bihara gelan. Refên YPS û YPS-Jin wê mezintir bibe. Li her devera Kurdistanê wê berxwedan hebe û ev berxwedan wê mezin bibe."

'DIVÊ HER DER BIBE QADA TÊKOŞÎNÊ'

Avesta da xuyakirin, ku tevgera azadiyê di nava berxwedanê de ye, çalakiyên gerîla jî ketine dewrê û destnîşan kir, ku li hemberî hemû komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, wê gerîla her di dewrê de bin.

Avesta axaftina xwe wiha dewam kir: "Gerîla ji niha û pê ve wê bi rêbazên çalakiyê yên cuda, nû û mezin tola vî gelî hilîne. Çalakiya li xeta Amed-Çewlikê hat lidarxistin jî nîşan da ku wê xwîna şehîdan li erdê nemîne. Bi vê baweriyê, bi ruhê Sûltanan, Deryayan, Mehmetan, Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan re wê ev çalakî bidomin. Divê jinên Kurd bi vî ruhî re, çalakiyên 8'ê Adarê veguherînin qada mezin a çalakiyan. Wezîfe dikeve ser milê her kesî. Divê her kes cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire. Ji zîndana heta çiyê, ji çiyê heta metropolan, heta Ewropayê divê her der bibe qada têkoşîn û berxwedanê. Girîng e her kes bi vî ruh û hişmendiyê tevlî bibe. Ev ruh wê me bi ser bixîne. Ev ruh wê gelê Kurd bi ser bixîne. Jin û ciwanên Kurd, azadîxwaz, dostên vî gelî û her kesên naxwazin bi faşîzmê re bijîn, divê li dora vê berxwedanê li hev bicivin û bi coşeke mezin di nava berxwedanê de cih bigirin."

'HESABÊ KOMKUJIYÊN LI GELÊ KURD HATIN KIRIN, TÊ PIRSÎN'

Avesta der barê çalakiya li Enqereyê de jî got, "Teyrên Bazên Azadiyê yên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Enqereyê girt ser xwe. Ciwanên Kurd bi salane xwe feda dikin. Ciwanên Kurd êdî van polîtîkayên kirêt, van komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, qebûl nakin. AKP ketiye ser rêyeke veger jê nîne. Tişta balkêş ew e, çend saet heman piştî çalakiyê nasnameya çalakgerê sexte hat eşkerekirin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê Tahir Elçî hat qetilkirin, lê hînê kiryar nehatiye derxistin. Zêdeyî deh sal in cînayeta Hrant Dînk nehatiye eşkerekirin. Ji bo bi desteka navneteweyî re êrîşî Rojava bike, bi israr dixwazin pêwendiya wî şexsî bi YPG'ê re çêbikin. Lê belê nûçe û daxuyaniyên hatin dayîn nîşan da ku pêwendiya çalakiyê bi YPG'ê re nîne û maskeya hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk careke din ket."