'Em hevparê jiyana bi rûmet in'
Ekîn Arslan ku di sala 2014'an de dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê asîstantî dikir tevlî nava refên gerîla bû, êrîşên Erdogan ên li hemberî Însiyatîfa Akademîsyenan a ji bo Aştiyê, nirxand.
Ekîn Arslan ku di sala 2014'an de dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê asîstantî dikir tevlî nava refên gerîla bû, êrîşên Erdogan ên li hemberî Însiyatîfa Akademîsyenan a ji bo Aştiyê, nirxand.
Ekîn Arslan ku di sala 2014'an de dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê asîstantî dikir tevlî nava refên gerîla bû, êrîşên Erdogan ên li hemberî Însiyatîfa Akademîsyenan a ji bo Aştiyê, nirxand.
Arslan da xuyakirin, ku akademîsyenên mora xwe danîne binê danezanê û bûn hedefa Erdogan, eger li Kurdistanê jiyabûna wê ji îmzekirina danezanê wêdetir, bi awayekî aktîf cihê xwe di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bigirta.
Arslan jiyana Gûrbetellî Ersoz (Zeynep Agir) mînak nîşan da û got, "Dema li beşa kîmyayê ya Zanîngeha Çûkûrovayê asîstan bû, karyera xwe ya akademîk red kir û tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Hevala Gûrbetellî ne tenê akademîsyenek li Kurdistanê jiya bû, di heman demê de jina destpêkê bû li Kurdistan û Tirkiyeyê koordînatoriya weşana giştî ya rojnameyekê dikir. Lewma bi gotina wê; ew ne tenê rewşenbîrek bû, di heman demê de rojnamevaneke ku 'çawaniya şoreşgeriyê' fêm kiribû."
RÊXISTINBÛYÎN ŞERT E
Arslan da xuyakirin, ku ji ber li zanîngeheke li Kurdistanê weke personela akademîk xebitî, li gorî yên li zanîngehên li Tirkiyeyê dixebitin, bêhtir polîtîkaya înkar, tinekirin û asîmîlasyonê ya li hemberî gelê Kurd dîtiye û got, "Zanîngehên ku qaşo saziyên xweser in, dema mirov di nav de bin baştir dibînin, çê çawa dewama îdeolojiya sîstema netewe dewlet a faşîst e. Li hemberî ciwanên li zanîngehên li Kurdistanê dixwînin, ku bi taybetî giraniya wan ciwanên Kurd in, rêbazên herî sergirtî û kirêt ên şerê taybet, tên meşandin. Di bin navê zanistiyê de ramanên wan tên talankirin, di bin navê kariyerê de bi sîstemê ve tên girêdan. Li hemberî kolekirin, ajankirin û hewldanên destdirêjiyê, rêxistinbûyîn şert e."
JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET NEÇAR IN LI ALIYEKÎ CIH BIGIRIN
Arslan bibîr xist, ku bi kadrotî û mûçeyên ji dewletê digirin re gef li akademîsyenên mora xwe danîne binê danezanê tê xwarin û got, "Mîna Beyaz, ji akademîsyenan jî dixwaze lêborînê bixwazin. Lê nizanin akademîsyenên ji bo aştiyê mora xwe danîne binê danezanê şovmen nînin, zanyar in. Û ji ber vê yekê, ji bo jiyanê, heqîqetê û jiyaneke bi rûmet neçar in bêalî nebin, li aliyekî cih bigirin. Karê xwe ji bo berjewendiyên bi xwîn ên desthilatdariyê nakin. Akademîsyenên di hedefa Erdogan de ne, ne ji wan kadroyên faşîst in, ku di bin navê akademîsyeniyê de li zanîngehên desthilatdariya AKP'ê mîna dikanekê veke li her bajarê Kurdistanê vekiriye bi cih bûne. Ne ji wan kesên ku ji aliyê YOK'ê ve weke doçent, profesor hatine pênasekirin, lê ji bilî Tirkiyeyê di karekî wan ê zanistî li cîhanê nayê naskirin e. Yan jî ne mîna karmendên dewletê ne ku bi mûçeyê werdigirin re gef lê bê xwarin, bêdeng bibin û mejiyê xwe bifiroş in."
Arslan bal kişand ser terora dewletê ya li Cizîr, Silopiya, Sûr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku divê li dijî van êrîşên li hemberî gelê Kurd, mirov alîgirê jiyanê bin û ji bo jiyanê şer bikin. Arslan bang kir ku li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedan bê mezinkirin.