Li Şirnexê teqîna dijwar

Li semta Yenîmahalle ya Şirnexê teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê dengê çekan ji herêmê hat.

Li Yenîmahalle ya li navenda Şirnexê, ku qadeke berxwedanê ye, teqîneke dijwar rû da. Sedema teqînê nehat hînbûn. Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li taxê reşandin.

Li ser bersiva YPS û YPS-Jin li herêmê şer derket. Hêzên dewletê her wiha gazê berdide taxê.

Dengê çekan ji her devera bajêr tê bihîstin.