BI DÎMEN

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li Şedadê ye

Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna şoreşê bi berxwedana dîrokî tê meşandin. Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal a ji gelên cuda pêk tê, li refên herî pêş ên berxwedanê cih digire.

Ji welat û gelên cuda yên cîhanê, hejmara mirovên tevlî parastina Şoreşa Rojava dibin roj bi roj zêde dibe.

Di operasyona azadkirina Şedadê de tevî Rêxistina Partiya Marksîst Lenînîst a Spanyayê/Avakirina Komunîst, TKP ML/TÎKKO, Hêzên Azadiyê yên yekbûyî, hêzên Eniya Şoreşger a MLSPB, şoreşgerên Çerkez, Yewnan, Tirk, Elman, Kanadayî û Ermenî cih girtin.

Ji şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal Gabar Tolhildan ê Danîmarkî anî ziman, ku wî berî niha di nava pêngava Holê de cih girtiye û got, "Em weke Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal, hêzeke navneteweyî ne. Em ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatin vê derê. Lewma em li ber xwe didin. Em ê her li ber xwe bidin."

Tolhildan bang li hemû demokrat û welatparêzan kir ku şoreşa Rojava biparêzin û got, "Bijî Berxwedana Rojava."