Fuzeyên DAIŞ'ê li Kobanê, fuzeyên Tirkiyeyê jî li Efrînê dikevin!

Zêdeyî hefteyeke artêşa Tirk bi topên obusê Efrîn û derdora wê bombe dike.

Bahaneya bomberdûmanê Ezaz e. Halbûkî di daxuyaniyên Fermandarî û Berdevkên YPG'ê de hat ragihandin, ku endamekî bi tenê yê YPG'ê jî li Ezazê nînin. Tevî vê yekê jî Tirkiyeyê êrîşên nesekinand, dewam kir. Cihên ku di bin navê Ezazê tên bombekirin jî cihên gelekî cuda ne.

Yek ji hedefên sereke yên van êrîşan balafirgeha Minixê ye. Minix li başûrê Ezazê, di navbera Ezaz-Helebê de ye û 13 kîlometreyan ji Ezazê dûr e. Balafirgeh di dawiya sala 2012'an de ji aliyê El Nûsra, Ehrar el Şam, Lîwa Tevhîd ên di bin avê Artêşa Azad de tevdigeriyan, hat dorpêçkirin. Di destpêka sala 2013'an de jî ket destê DAIŞ'ê. Bi dest xistina Minixê ji aliyê DAIŞ'ê ve bi civîneke çapemeniyê re ji aliyê Emîrê Çeçen ê DAIŞ'ê Omer Şîşanî ve hat ragihandin.

Piştî ku DAIŞ'ê di dawiya sala 2013'an de xwe ji Minixê vekişand, di destpêkê de komên ser bi koma Fetîh Heleb lê bi cih bûn. Piştî demeke kurt Nûsra ji wan dewr girt û weke navenda baregehê bi kar anî.

Balafirgeha ji aliyê hêzên HSD û Ceyş el Siwar ve hat rizgarkirin, cihekî weke baregeha El Nûsra û Ehrar el Şam dihat bikaranîn.

Gundekî din ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombekirin, gundê Meranaz e. Meranaz li pêşberî Minixê, li ser çiyayê Lelun li nêzî Keştearê ye. Piştî ku Til Rifet û Deyîr Cemal jî ji aliyê hêzên HSD û Ceyş el Siwar ve hat rizgarkirin, ev navçe û gundik jî hatin bombekirin.

Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve, bi dayîna navê Ezazê re ji gundê Qitmê heta gundên Mehrezkê, Meryemîn ên di navbera Efrîn û Helebê de bombe kir. Gundê Qitmê li rojhilatê Efrînê ye. Gundên Mehrezkê û Meryemîn jî gundên li ser sînor in ên di navbera Efrîn û Ezazê de. Ev gund li ser rêya bingehîn a ji Helebê tên Ezaz û Efrînê ne. Dewleta Tirk her wiha li gundên Kibarê, Stêr Xalîta yên li nêzî Efrînê jî da. Kibarê gundekî Êzidî ye. Ji aliyê gel ve tê gotin, ku ji ber şêniyên wê Êzidî ne, bi taybetî hedef hatiye girtin. Gundekî din ê bi zanebûn hatiye bombekirin, gundê Meryemîn e. Gundê Meryemîn gundekî Ereb e. Gundê gerîla Azîz e, ku di nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd de yekemîn enternasyonalîstê tevlî bû û jiyana xwe ji dest daye.

PIŞTÎ OBUSAN NIHA BI FUZEYAN ÊRÎŞ DIKIN

Artêşa Tirk ev pênc roj in bi topên xwe yên li Kîlîs û derdora wê bi cih kiriye, di bin  navê Ezazê de obusan diavêje gundên Efrînê. Di nava vê demê de, bûyera bombeyî ya li Enqereyê ji xwe re kir bahane û ji bo bi awayekî cuda nêzî hêzên parastinê yên Rojava bibin zextê li hêzên navneteweyî dike. Ji ber ku nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî û DYA ya li hemberî PYD û YPG'ê neguherî, dewleta Tirk ji duh êvarê ve êrîşên xwe qat bi qat zêde kir. Û li şûna obusan vê carê bi fuzeyan êrîşî navenda Efrînê, navçeyên Cindirês û Şiyê û gundên van navçeyan dike. Dewleta Tirk vê carê li şûna Kîlîsê, ji Kirikhan û Reyhanli yên Hatayê bi fuze û obusan êrîşên xwe didomîne.

Di êrîşên pêr êvarê de, ji ber lêdana fuzeyê li taxa Eşrefiye ya navenda Efrînê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 15 jin, zarok, extiyar birîndar bûn. Artêşa Tirk bi van êrîşan re hewl dide bêje wan Efrîn xistine nava dorpêça Kîlîs-Hatayê û ji van herêman amadekariyê dikin ji bo Efrînê dagir bikin. Navendên ku dewleta Tirk ji bo lêdana Efrînê bi kar tîne, girîng in. Girîngiya wan ne tenê ji ber cihên li ser sînor in. Tevî vê yekê, ew navend in ku planên li hemberî Rojava û Sûriyeyê li van deran tên kirin. Her wiha kampên perwerdeyê yên DAIŞ û El Nûsra li van herêman hene. Di vî warî de gelek agahî, belge û mikurhatin di çapemeniyê de cih girtin.

Êrîşa bi fuzeyan a Tirkiyeyê li hemberî Efrînê, dişibe rewşa beriya êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê.

DAIŞ'ê beriya meha Îlonê êrîşên giran bibe ser Kobanê, ji Til Ebyad, Eyn Îsa, Minbic û Cerablûsê, di destpêkê de hawan avêt Kobanê. Sê roj beriya êrîşan jî sê fuze avêt û bi vî rengî hewl da gel bajêr biterikîne, vala bike. Piştî topbarana bi obusan, bikaranîna fuzeyan ji aliyê Tirkiyeyê ve nîşan dide, ku bi DAIŞ'ê re xwedî heman rêbazî ye. Her wiha ev yek, gavên piştî vê bên avêtin jî nîşan dide. Yanî dibe ku piştî êrîşa bi fuzeyan Tirkiye hewl bide Efrînê dagir bike. Lê di vir de ya girîng ew e; DAIŞ'ê piştî êrîşa bi fuzeyan a li hemberî Kobanê, hewl da bi dest bixe. Fuzeyên DAIŞ'ê diçû Kobanê, niha jî obus û fuzeyên Tirkiyeyê diçin Efrînê. Ji aliyê taktîk, hedef û armancan ve weke hev xuya dikin.

LEŞKER LI SER SÎNORÊ KOBANÊ HAT CIVANDIN

Dewleta Tirk heta niha gelek plan li hemberî Rojava kir. Li gorî van planan dixwest bi destê çeteyan bi bigihêje armanca xwe. Lê belê di destpêkê de DAIŞ piştre jî Nûsra, Ehrar el Şam û Sûltan Mûrad derbên giran xwarin û ji wan nehat van armancên Tirkiyeyê bi cih bînin. Ji ber vê rastiyê, Tirkiye vê carê bi artêş, dîplomasî û hemû saziyên xwe re niha dixwaze armancên xwe bi cih bîne. Êrîşên li hemberî Efrînê vê nîşan didin. Lê belê ev bi tenê bi Efrînê re bi sînor nema. Heman piştî êrîşa bi obus û fuzeyan a li hemberî Efrînê, danê vê sibehê dewleta Tirk leşkerên xwe li dora Kobanê bi cih kir. Bi vê veguhastina leşkerî re ketin û derketina ji deriyê sînor ê Kobanê hat girtin. Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye bi awayekî cihî xwedî planên dagirkirina Rojava ye. Ji bo vê dagirkirinê pêk bîne jî li dû dîtina formuleke navneteweyî ye.

Balkêş e Tirkiye di demeke bi vî rengî de ketiye nava tevgerê. Di vê demê de li derdora Heleb-Efrînê, komên Tirkiye pişta xwe dispêre, derbên giran xwarin. Ji ber vê yekê di heman wextê de êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê kirin. Li Kantona Cizîrê jî hêzên HSD'ê dest bi operasyonê kirin. Li Cizîrê jî derb li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin. Paralelî êrîşên Tirkiyeyê, di heman demê de li xeta Tişrîn, Ayn Îsa, Silûk û Aliya jî êrîşan destpê kirin. Tê gotin ku ev yek jî ji bo sivikkirina destê Tirkiyeyê di êrîşan de tên kirin.

WÊ BI SER BIKEVE?

Hem li hundir hem jî li derve gelek siyasetmedar, dîplomat, nivîskar, rewşenbîr bi vê armanca Tirkiyeyê hesiyane. Analîz û nirxandinên li ser vê tên kirin. Dema xwe balkêş e. Li ser serketin an jî binketina Tirkiyeyê de nêrîn tên bilêvkirin. Hem ji ber rewşa konjekturel hem jî ji ber asta siyasî, dîplomatîk, leşkerî û hêzên gelên Kurd pê re tifaqê dikin, mirov dikarin bêjin ku wê Tirkiye bi ser nekeve. Ji xwe gelên ku Kurd bi wan re tifaqê dikin, xwediyên vê xakê ne. Ne tenê ev mirov wê hemû gelên Sûriyeyê li dijî hewldana dagirkirinê ya Tirkiyeyê derkevin. Lewma, ji serketinê wêdetir hîn bêhtir binketina Tirkiyeyê di nirxandinan de derdikeve pêş.