Hêzên dewletê bi zorê gelê Hezexê ji malan derdixînin

Li Hezexê dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 6. de ye. Hêzên dewletê bi zorê şêniyên taxan ji malan derdixînin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, hêzên dewletê yên malan xera dikin, bi zorê mirovan ji xaniyên wan derdixînin. Duh bi şev hêzên dewletê yên top avêtin taxên Tûrgût Ozal û Yenî Mahalle, li taxa Atakentê jî avêtin ser gelek malan û bi zorê gelek malbat ji xaniyên wan derxistin.

Li aliyê din, welatiyê bi navê M. Sadik Bozderî ye nexweşê dil e û nexweşekî din Haşim Okûş ên li taxa Atakent a xendek û bend lê nînin dimînin, ev du roj in li mala lê ne li benda ambûlansê ne. Welatiyan gelek caran li 112 Servîsa Lezgîn geriya, lê heta niha bi bahaneya "ewlekariyê" ambûlans nehatiye şandin.