Serçeteyekî DAIŞ'ê ji aliyê HSD'ê ve hat girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundê Xeriz, serçeteyê bi navê Ebû Xetab El-Kezexî girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundê Xeriz, serçeteyê bi navê Ebû Xetab El-Kezexî girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundê Xeriz, serçeteyê bi navê Ebû Xetab El-Kezexî girtin.
Danê sibehê, li gundê Xeriz ê li başûrê herêma Şedadê ye, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên DAIŞ’ê de, şerekî dijwar rû dan. Di encama şer de, şervanên HSD’ê serçeteyekî bi navê Ebû Xetab El-Kezexî bi awayekî birîndar girtin. Serçeteyê ku ji ling û serê xwe ve birîndar bûye, rakirin, nexweşxaneyeke leşkerî ya herêmê.
Ebû Xetab El-Kezexî yek serçeteyên DAIŞ’ê yên ku li herêma Şedadê diman. Piştî ku Şedadê hat rizgarkirin, ew ji wir reviyabû.