KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Zarokên komkujiya Cizîrê yên aqûbeta wan nediyar
Li Cizîrê ku bi sedan kes lê hatin şewitandin, qetilkirin, zêdeyî meheke malbat agahiyê ji Cengîz Gerem ê 15 salî û Kasim Yana yê 18 salî nagirin. -
Şervanê YPG'ê Erdal Baxdad li Kerkûkê hat bÎranîn
Şervanê YPG'ê Erdal Baxdad (Sîwar Reed Fettah) ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de roja 28'ê Kanûna 2013'an li Rojava jiyana xwe ji dest da, malbata wî û Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê merasîma bîranînê lidar xistin. -
'Ne tenê mûçe, em azadî û demokrasiyê dixwazin'
Karker û karmendên li Başûrê Kurdistanê yên bi mehan e mûçeyên xwe nikarin werbigirin diyar kirin, krîza siyasî û aboriyê bandor li tevahiya civakê kiriye û gotin, "Ne tenê mûçe, em azadî û demokrasiyê dixwazin." -
'Xiyanetê li vî gelî nekin'
Ciwanên ji malbatên cerdevanan ên tevlî nava refên gerîla bûne, bang li malbatên xwe kirin ku çeka berê wê didin gelê xwe, deynin. -
Li Dêrikê dengê çekan bilind dibe
Li Dêrikê ji danê êvarî ve li gelek taxan hemwext dengê çekand bilind dibe. -
Karatay ê ji Sûrê hat derxistin jî hat binçavkirin
Ekrem Karatay ê danê êvarî ji Sûra di bin dorpêçê de ye hat derxistin hat binçavkirin û anîn Şaxa TEM’ê ya Amedê. -
Bi Dolan û Ateş re 5 kesên din jî ji jêrzemînê hatine derxistin
Li navçeya Sûr a Amedê bi Nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan û Fatma Ateş a bi giranî birîndar ku piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da re 5 kesên din jî hatine derxistin. -
Biraziyê Fatma Ateş: Dema meta min çû avê qetil kirin
Biraziyê Fatma Ateş a li Sûrê hat qetilkirin Bîlal Tanrikulu ragihand ku dema meta wî çûye avê kirine hedef. Tanrikûlû wiha got: “Tenê aştî dixwest. Ji ber xwîna zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.” -
Li dijî qetlîamên li Kurdistanê li Lîege greva birçîbûnê
Li hember êrîşên qirker ên AKP’ê li Ewropayê çalakî didomin. Li bajarê Lîege yê Belçîkayê, Kurd û Elewî li dijî qetlîaman dest bi greva birçîbûnê kir. -
Nûçegihanê DIHA’yê Mazlum Dolan di bin çavan de ye
NûçegihanêDIHA’yê Mazlum Dolan û malbata Ateş a ku li Sûrê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. -
Şeddadê hat rizgarkirin/ HAT NÛKIRIN
Şervanên HSD’ê bajarê Şeddadê bi temamî xistin bin kontrolê. -
Cenazeyê 2 kesên li Cizîrê hatin înfazkirin hatin teşhîskirin
Cenazeyên Tahîr Akdogan (16) û Mevlûde Ozalp (21) yên ku li Cizîrê di Jêrzemîna Hovîtiyê de hatin qetil kirin, li Saziya Tip a Edlî (ATK) ya Silopiyê ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin. -
Çalakiya Enqereyê TAK’ê girt ser xwe/ HAT NÛKIRIN
Çalakiya 17’ê Sibatê li Enqereyê li dijî leşkerên Tirk pêk hat, TAK’ê girt ser milên xwe. TAK’ê nasnameya mîlîtanê çalakî pêk aniye jî eşkere kir. -
Rûsya têkîldarî Tirkiyeyê banga civînê wê li NY bike
Rûsya li dijî polîtîkaya êrîşkar a Tirkiye ya li ser Sûriyeyê, di şexsê NY ket tevgerê. -
Bayik: Ne mimkûn e ku çalakiya li Enqereyê YPG’ê kiribe
Bayik da xuyakirin nizanin bê çalakiya li Enqereyê kê pêk aniye, ji bo daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû yên ‘YPG êrîş pêk aniye’ jî wiha got: “Ne mimkûn e ku YPG li Enqereyê çalakiyek wiha bike.” -
Cenazeyê Dilşa Ak şandin Mêrdînê
Cenazeyê Dilşa Ak a ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ji bo karên otopiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. -
Du şervanên YPG’ê çalakiya fedayî pêk anîn
Navenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku du şervanên wan li bajarê Helebê li hemberî çeteyan çalakiya fedayî lidar xistin. -
QSD: Şervanên me dor li Şedadê girtine
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê di malpera xwe ya fermî de ragîhand ku wan xwe gîhandiye ser Çemê Xabûrê û dor li bajarê Şedadê girtiye. -
Artêşa Tirk li Hezexê Yenîmahelleyê bombe dike
Li Hezexê hêzên dewleta Tirk bi awayekî dijwar bombeyan li ser semta Yenîmahalle dibarîne. -
Yunus Meral ê li Cizîrê hatî qetilkirin spartin axê
Cenazeyê Yunus Meral ê ku li Cizîrê di êrîşên tevkujiyê de hate qetilkirin, li gundê Yayla a navçeya Dara Hênê spartin axê. -
Fatma Demîr li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Fatma Demîr a li jêrzemîan mala ku li Cizîrê tê de bi birîndarî asê mabû hat qetilkirin, li Stewrê li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Dolan: Em bêhnê nastînin, em ê li vir bifetisin
Nûçegîhanê DÎHA’yê Mazlûm Dolan di peyama xwe yî dawî de wiha got, "Hîn jî bi awayekî dijwar bombebaran heye. Em bêhnê nastînin, nikarin derkevin derve, em ê li vir bifetisin." -
HPG: Di çalakiya sabotajê ya Amed-Çewlikê de 9 leşker hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotayê ya di navbera Amed-Çewlikê de di serî de Cizîr, Sûr û Hezexê li hember êrîşên îmhaya topyekun û qetlîamên dewleta Tirk û artêşa wê li dijî gel dimeşîne hatiye lidarxistin. -
Zextên li ser ne alîgirên PDK’ê zêde bûn
Asayîşa PDK’ê Rojavayiyên derbasî Duhok û Zaxo bibûn dersînor kirin, ajokarên Êzîdî jî bi kuştinê tehdît dikin. -
Li qiraxa Çemê Dîcleyê parçeyên bedena mirovan hatin dîtin
Sûcê şer ê ku AKP'ê li Cizîrê kir û hewl dide veşêre, li qiraxa Çemê Dîcleyê derket holê. Parçeyên bedena mirovan ku tê texmînkirin ê mirovên li jêrzemînên wehşetê hatin qetilkirin e, li qiraxa Çemê Dîcleyê hatin dîtin.