Li dijî qetlîamên li Kurdistanê li Lîege greva birçîbûnê
Li hember êrîşên qirker ên AKP’ê li Ewropayê çalakî didomin. Li bajarê Lîege yê Belçîkayê, Kurd û Elewî li dijî qetlîaman dest bi greva birçîbûnê kir.
Li hember êrîşên qirker ên AKP’ê li Ewropayê çalakî didomin. Li bajarê Lîege yê Belçîkayê, Kurd û Elewî li dijî qetlîaman dest bi greva birçîbûnê kir.
Komîteya Ciwanên Kurd a KTKM û Komaleya Çanda Elewiyan ên li bajarê Lîege ya Belçîkayê li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê rojên 19-20 û 21’ê Sibatê biryara greva birçîbûnê girtin. Komîteya Ciwanên Kurd (KGK) danê sibehê saet 10.00’an li Qada Saînt Lambert bi armanca greva birçîbûnê kom bûn.
Bi daxuyaniya li ser navê KGK’ê ve starta çalakiyê li qadê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek ciwanên Kurd û Navenda Çanda Elewî, bi armanca protestokirina êrîş, qetlîam û bomberdûmankirina dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, bidawîkirina bêdengiya navneteweyî, me ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiriyê.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku serketina destanî ya gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê bi dest xistiye û pêşdeçûyina şervanên Kurd ji aliyê AKP’ê nayê hazmkirin, ji ber vê jî rûyê xwe yê faşîzan bi êrîşên hovane yên li ser Kurdan nîşan dide.
BANGA MEZINKIRINA BERXWEDANÊ HAT KIRIN
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Gelên cîhanê êdî li benda çi ne? Li benda qetlîam, qirkirinek nû ye? Divê ji bo qirkirinek nû nebe, mirovahî li berxwedanê xwedî derkeve û hovîtiya AKP’ê lenet bike” û banga li Ewropayê jî mezinkirina têkoşînê hat kirin. Ciwanên Kurd ên li Qada Saînt Lambert di greva birçîbûnê de ne, piştî saet 17.00’an wê derbasî Navenda Çanda Elewiyan (AKM) bibin, li vir tevlî greva birçîbûnê ya Elewiyan bibin. Di rojên duyem û sêyem ên greva birçîbûnê de ciwanên saet 10.00-17.00’an li Qada Saînt Lambert kom bibin, wê dîsa êvarî derbasî AKM’ê bibin.