Li qiraxa Çemê Dîcleyê parçeyên bedena mirovan hatin dîtin

Sûcê şer ê ku AKP'ê li Cizîrê kir û hewl dide veşêre, li qiraxa Çemê Dîcleyê derket holê. Parçeyên bedena mirovan ku tê texmînkirin ê mirovên li jêrzemînên wehşetê hatin qetilkirin e, li qiraxa Çemê Dîcleyê hatin dîtin.

Dewleta AKP'ê ku li pêş çavên cîhanê û bi erêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê kir, asta wehşeta kiriye yek bi yek derdikeve holê. Hêzên dewleta Tirk ên bi fermana AKP'ê, ji rêbazên DAIŞ'ê jî bêhtir hovane mirov qetil kirin û di ser re rabûn bedena mirovan a di binê xirbeyên avahiyan de mane, tevî enqazên avahiyan rakirine û li qiraxa Çemê Dîcleyê vala kirine.

Cizîriyên li qiraxa Çemê Dîcleyê parçeyên bedena mirovan dîtin, şoq bûn. Dest, ling û parçeyên cuda yên bedena mirovan li qadeke kolandî ya qiraxa çemê Dîcleyê dîtin. Gel ev parçeyên mirovan xistin nava kevnikan û ji bo defn bike, ji herêmê bir.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku hêzên qetlîamker bi kepçeyan enqazên avahiyan li qemyonan bar kirine û birine li qiraxa Çemê Dîcleyê vala kirine. Hat ragihandin ku di nava enqazan de parçeyên bedena mirovên ji ber bomberdûmanê parçe bûne hebûn.

Tê texmînkirin ku li qiraxa çem hînê gelek parçeyê mirovan hene.