Du şervanên YPG’ê çalakiya fedayî pêk anîn
Navenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku du şervanên wan li bajarê Helebê li hemberî çeteyan çalakiya fedayî lidar xistin.
Navenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku du şervanên wan li bajarê Helebê li hemberî çeteyan çalakiya fedayî lidar xistin.
YPG’ê derbarê rewşa dawî li Şêxmeqsûd û êrîşên komên çete yên li dijî sivîlan de daxuyaniyek da raya giştî.
Daxuyanî wiha ye:
“Lehengiya yekîneyên me li Rojava ji bo serkeftin û azadiya gelan her diçe mezintir dibe. Bi êrîşên çeteyan ên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê re yekîneyên me yên YPG û YPJ’ê ji bo rizgarkirina wan herêman ji çeteyan operasyonek destpê kirin da ku rê li pêşiya van êrîşan were girtin û topbaran li dijî sivîlan were sekinandin. Di vê encama topbaran û êrîşên çeteyan de welatiyên sivîl ên Kurd, Ereb, Turkmen û Asûrî dibûn hedef û dibûn qurbanî.
Ji bo aramiya gelên ku li taxê jiyan dikin Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin xwînê bi qurbaniyên mezin didin. Di şerê li El-Seken El-Şebabî de lehengên me bi xwîna xwe ya zelal efsaneyeke têkoşîn û qehremaniyê xemilandin. Herdu hevalên me Egîd Heleb û Rêdûr Qîbar bi çalakiyeke fedayî jiyana xwe jidest dan. Ew li pêşiya çeteyan sekinîn û bi çalakiya xwe nehiştin ku çete derbas bibin.”
Nasnemeyên şehîdan wiha ne:
Nav û paşnav: Hisên Şêxo
Nasnav: Rêdûr Qîbar
Navê dayikê: Henan
Navê bav: Şemis
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Qîbarê
Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Eşrefiyê 17’ê sibata 2016’an
***
Nav û paşnav: Demhat Xerîb
Nasnav: Egîd Heleb
Navê dayîkê: Menîre
Navê bav: Edhem
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Heleb – El-Seken El-Şebabî 18’ê 2016’an