Yunus Meral ê li Cizîrê hatî qetilkirin spartin axê
Cenazeyê Yunus Meral ê ku li Cizîrê di êrîşên tevkujiyê de hate qetilkirin, li gundê Yayla a navçeya Dara Hênê spartin axê.
Cenazeyê Yunus Meral ê ku li Cizîrê di êrîşên tevkujiyê de hate qetilkirin, li gundê Yayla a navçeya Dara Hênê spartin axê.
Yunus Meral ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin, li gundê Yayla a navçeya Dara Hênê ya Çewligê spartin axê. Cenazeyê Meral ê ku duh li Rihayê ji aliyê malbatê ve hatibû teşhîskirin, bi şev li Goristana Yenîkoy a Amedê hate rawestandin. Cenaze piştî wecîbeyên olî ku li vir hate kirin îro di saetên sibehê de bi karwaneke wesayîtan birin gunde Yayla a navçeya Dara Hênê ya Çewligê.
Di merasîma cenazeyê de hêrsa li hemberî hikumeta AKP'ê zêde bû û girse gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" berz kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Endamê PM'ya DBP'ê Demîr Çelîk û gelek welatiyên gundên derdor jî tevlî merasîmê bûn. Cenazeyê Meral, piştî rêzgirtinê di nav duayan de spartin axê.
Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan di merasîmê de axivî û piştî gotinên Şêx Seîd bibîrxist got "Bila Şêş Seîd û 49 hevalên wî rehet razên. Neviyên we, we nedan şermê."
Piştî merasîmê girse çû mala şînê ya li gund.