Karatay ê ji Sûrê hat derxistin jî hat binçavkirin
Ekrem Karatay ê danê êvarî ji Sûra di bin dorpêçê de ye hat derxistin hat binçavkirin û anîn Şaxa TEM’ê ya Amedê.
Ekrem Karatay ê danê êvarî ji Sûra di bin dorpêçê de ye hat derxistin hat binçavkirin û anîn Şaxa TEM’ê ya Amedê.
Êrîşên li navçeya Sûr a Amedê roja 80. li dûv xwe dihêle, Ekrem Karatay ê danê êvarî ji navçeya di dorpêçê hat derxistin ji aliyê leşker û polîsan hat binçavkirin û birin Şaxa TEM’ê ya Amedê.
Destûr nayê dayîn ku yên hatine binçavkirin bi parêzeran re hevdîtinê pêk bînin.
Danê êvarî ji ber topbarana zêde ya li navçeyê Fatma Ateş jiyana xwe ji dest dabû, nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan û 4 kesên ji malbata Ateş hatibûn binçavkirin. Dolan, Karatay û endamên malbata Ateş li Şaxa TEM a Amedê tên girtin, hat hînbûn ku nahêlin ên hatine binçavkirin bi malbat û parêzeran re hevdîtinê pêk bînin.
Şaxa Amedê ya Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya ji bo Ekrem Karatay û birayên wî Îhsan û Ahmet ji bo biryara ‘tedbîra demkî’ ya têkîldarî “qedexeya kolanan” bê girtin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa dabû.