Cenazeyê Dilşa Ak şandin Mêrdînê
Cenazeyê Dilşa Ak a ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ji bo karên otopiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Cenazeyê Dilşa Ak a ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ji bo karên otopiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Cenazeyê jina bi navê Dilşah Ak a 45 salî ya li nêzî Mizgefta Şehîdan a li taxa Abdulkadîrpaşa ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya ku bi gulebarana wesayîtên zirxî hat qetilkirin şandin morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di êrîşê de keça Dilşa Ak a 10 salî Sevgî Ak jî ji piyê xwe birîndar bibû û dermankirina wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê berdewam dike.