Bayik: Ne mimkûn e ku çalakiya li Enqereyê YPG’ê kiribe

Bayik da xuyakirin nizanin bê çalakiya li Enqereyê kê pêk aniye, ji bo daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû yên ‘YPG êrîş pêk aniye’ jî wiha got: “Ne mimkûn e ku YPG li Enqereyê çalakiyek wiha bike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkîldarî pêşketinên li Sûriye û Rojava, dijminantiya dewleta Tirk a bi Rojava re û piştî êrîşa Enqereyê sûcdarkirina YPG’ê nirxandinên girîng kirin.

Bayik diyar kir ku dewleta Tirk dibe sedema şerê li Sûriyeyê dirêj bibe, bal kişand ku hikûmeta AKP’ê li ser dijminantiya Kurd siyasetê dike.

Bayik da xuyakirin nizanin bê çalakiya li Enqereyê kê pêk aniye, ji bo daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû yên ‘YPG êrîş pêk aniye’ jî wiha got: “Ne mimkûn e ku YPG li Enqereyê çalakiyek wiha bike.”

Bayik pêşketinên li Sûriyeyê nirxand, destnîşan kir ku bêyî PYD û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmê siyaset nikare bê kirin. Bayik bi bîr xist ku êdî Kurd li herêmê hêzek in, diyar kir ku cîhan jî vê rastiyê dibîne.

Bakurê Helebê bi qismî bi desteka Rûsya ket destên rejîmê. Hûn rewşa li sehayê çawa dinirxînin?

Yê dibin sedema dirêjkirina vî şerî di serî de Tirkiye heye.  Her çiqasî wek dijberiya Esad dike jî yê bi polîtîkayê xwe Esad li ser piyan hişt Tirkiye ye. Bi piştgiriya Tirkiye dema çeteyên faşîst ên wek El Nusra û DAIŞ’ê xurt bûn, ji bo Rojhilata Navîn wek xeteriyê hatin dîtin, wê demê DYA û heta Fransa yên bi israr dixwestin rejîma Esad bikeve ketin nav fikaran. Gotin ku eger Esad bikeve wê şûna wê El Nûsra DAIŞ dagire, ev jî wê ji bo wan bi xeter be.Her wiha Îsraîlê jî rewş ji bo xetere dît. Lubnan jî wiha dît. Esad ji ber fikarên van hêzana di nuqteya hilweşînê de xwe da ser hev. Bê gûman di vê komkirinê de piştgiriya Rûsya, Îran û Hizbûllaha Lubnanê jî hebû. Eger Tirkiye serî li polîtîkayên ne rast nedaba, piştgirî bida Hêzên Şoreşger ên Rojava, hêzên demokrasiyê , destek nedaba çeteyên wek El Nûsra û DAIŞ’ê hem wê guhertina sîstema siyasî ya li Sûriyeyê lez bikira, hem jî şer ewqasî dirêj nedikir. Sûriyeyek li ser Şoreşa Rojava û beşên îslama nerm dikaribû bihata avakirin. Beşên nêzî demokratîkbûyînê yên di nav rejîma Sûriyeyê de dikarîbûn tevlî Sûriyeyek wiha bibûna. Lê, dijminantiya dewleta Tirk a bi Rojava re, ji ber Sûriyeyek di bin bandora Erebîstana Siûdî û Qatarê jî xwestin piştgirî dan DAIŞ’ê. Ji bo zeîfkirina rejîma Iraqê, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê destek dan DAIŞ’ê. Heta wê demê ji ber pirsgirêkên di nav PDK’ê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê Malîkî de pirsgirêk hebûn, PDK’ê jî bi awayekî pişgirî dayê. DAIŞ xurt bû. Heta di wê astê de ku DAIŞ hema hema dikira bibûya hakimê tevahî Sûriyeyê, heta Bexdayê jî bixe. Lê li sehayê rastiya Şoreşa Rojava ev pêşketinan tevahî xera kir. Li hember DAIŞ û alîgirên wê têkoşînek lehengî hat dayîn. Hêzên Koalîsyonê jî bûn parçeyekî vê têkoşînê û DAIŞ hat lewazkirin. Bi berxwedanek fedaiyane a berxwedêrên Rojava, bi şehadeta bi hezaran ciwanan Kurd re DAIŞ’ê derbeyên mezin xwarin. Hem li Sûriyeyê derbe xwar hem jî li Iraqê. Ev hemû hevsengiyên li Sûriyeyê guhertin.

EGER DAIŞ NEHATA LEWAZKIRIN RÛSYA NEDIKET DEWRÊ

Rusya di demeke ku DAIŞ hat lewazkirin, bi fikra dikare bi bandor be yekser mudaxilî şer bû. Eger DAIŞ ewqasî nehata lewazkirin, li sehê li dijî DAIŞ’ê têkoşîna Hêzên Şoreşger ên Rojava nebûya, Rûsya rîskek wisa nedida ber çavan. Rûsya di vê pêvajoyê de ket dewrê. Bi ketina Rûsya ve hevsengî jî guhertin rewşeke nû. Bi taybet jî polîtîkayên Tirkiye yên di Sûriyeyê de têkçûyî bi temamî hilweşiya. Ji ber ku heta wê rojê jî Tirkiye dixwest qadek ji firînê re qedexe ava bike. Bi taybet jî sehaya Sûriyeyê bigire û hevkarên xwe tevî DAIŞ û El Nûsrayê xurt bike. Ev ji aliyê welatên Rojava nehat qebûlkirin. Rûsya jî tevlî qada Sûriyeyê bû, ev fikrên Tirkiyeyê bi temamî hilweşiyan…

Rejîma berê ya Esad hem di hundir hem jî li derve rewabûna xwe winda kiriye. Jixwe Kurd jî sîstema kevn qebûl nakin. Li ser esasê Xweseriya Bakurê Sûriyeyê, Federasyona Bakurê Sûriyeyê, Sûriyeyek demokratîk dixwazin.

REJÎM NIKARE LI QADÊN HSD BI PÊŞ DE BIÇE

Rejîm bi desteka Rûsya heta astekî pêş ketiye. Lê bakurê Helebê bi temamî kontrol nekiriye. Lê mesafeyek bihuriye, li gor berê pozîsyona wê xurt bûye. Bi taybet li derdora Helebê divê ev bê dîtin. Li derdora herêma Ezazê di astekê de tevgera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeyê yên Şoreşger hene. Rejîm ne di wê rewşê de ye ku biçe qadên van. Em dikarin bi hêsanî vê bibêjin; rejîm dikare li qadên ku muxalîfên Tirkiye lê hene pêş de biçe, lê li qadên girêdayî HSD’ê ne mimkun e. Ne mimkûn e ku hêzên leşkerî yên Rejîmê li hember HSD’ê şer bikin. Di astekê hêza hewayî ya Rûsya heye, lê Rûs jî ne mimkûn e ku bi hewayî êrîşî HSD’ê bikin. Ji ber vê bakurê Sûriyeyê bi temamî neketiye kontrola rejîmê.

DERDÊ TIRKIYE KURD IN!

Rejîm li bakurê Helebê pêş de diçe, wê demê bi awayekî fîzîkî gihandina kantonên Kurdan wê zehmet bibe. Her wiha, tê gotin ku operasyona Cerablûsê jî rastî astengiya DYA hatiye. Li gor we Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG’ê lê vê sehaya navborî divê stratejiyek çawa bişopîne?

Ne hêsan e hêzên Rejîmê Ezazê bigirin. Ji ber ku HSD ketiye wir. Tirkiye li hember rejîma Esad radibin, lê qadên wê HSD bigirin jî qadên ku rejîm dixwaze bi dest bixe ye. Ji ber vê jî hêzek dijî rejîmê divê piştgirî bida HSD’ê ku Ezazê bi dest bixin. Lê, pirsgirêka dewleta Tirk rejîm e, ne ev an jî ew e. Divê bila Kurd negirin kî digire bila bigire! Nêzîkatiya wê ev e. Her wiha, li nêz jî qadek DAIŞ kontrol dike heye, ti nerehetiyê Tirkiye ji ber tineye. Rojekê negotiye DAIŞ li vir e, li başûrê me ye, nerehetiyên xwe nanîne ziman. Lê dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk gundekî digirin jî qiyametê radike. Bê ka dewleta Tirk çawa dijminê Kurdan e li Sûriyeyê bi zelalî tê dîtin.

HEQE KU HÊZÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK EZAZÊ BIGIRIN

Em ne di wê fikrê de ne ku hêzên rejîmê Ezazê bigirin. Hêzên rejîmê eger bibe dikare bi alîkariya Tirkiye Ezazê bigire. Ji bilî vê ne mimkûn e. Heqe ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ezazê bigire. Ji ber li ser wir li ser Efrînê êrîş pêk tên. Heta di dest çeteyên wek El Nûsra de be, xeteriya li ser Efrîn heye. Jixwe her tim polîtîkayek ku Efrînê tacîz dikin dişopînin. Bi daxwaza dewleta Tirk her tim Efrînê nerehet dike, tacîz dike. Em difikirin ku operasyonên li hember Azez û derdora wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca astengkirina van çeteyan pêk tîne. Dîsa ji milê din DAIŞ xeter e. Jixwe wê HSD bi DAIŞ’ê re şer bike. Eger agirbes jî li Sûriyeyê hebe wê şerê li dijî DAIŞ û El Nûsra bidome. Ji ber vê jî şerê li dijî DAIŞ’ê dixwaze ji rojava, dixwaze ji rojhilatê Feratê be, rewa ye. Di rewşek wiha de, dewleta Tirk dema bibêje ev xeta me ya sor e, wê demê tê wateya les molare dest DAIŞ’ê bide. Ma tiştekî wisa dibe? 

TIRKIYE ÊRÎŞÎ DESTKETIYÊN KURDAN DIKE

Li derdora Ezazê pêkhateyên demokratîk şoreşger pêş de diçin. Lê Tirkiye êrîşî vê derê dike û bombe dike. Dibêje, ‘çeperên YPG’ê ne’ û qadê bombe dikin. Heta piştî çalakiya li Enqereyê dibêje wê Tirkiye li ser Rojava, YPG û PYD’ê dest bi operasyonek bejahî bike. Tirkiye dikare operasyonek bejahî li ser van qadan bike? Eger bike encamên wê yên leşkerî û siyasî wê çi bin?

Li gor agahiyên ber destên me hêzên şoreşger li qadê pêş de diçin. Li qadê kontrolek çêkirine. Dewleta Tirk çeteyan dişîne vir, hem jî vir bombe dike, hewl dide çeteyên xwe li ser lingan bigire. Li vê qada bombe dike gel zerarê dibîne. Tê dîtin ku li qadên YPG’ê pêş diçe, bomberdûman tên kirin. Ev, têkîldarî dijminantiya dewleta Tirk a bi Kurdan re ye. Ti çalakiyên HSD’ê li ser dewleta Tirk nîne. Bi caran jî ev daxuyandin. Ji berk u ew ji bo jiyanek azad û demokratîk, Sûriyeyek demokratîk têdikoşin. Ji ber vê jî ti dijminantiya wan bi Tirkiyeyê re mirov nikare bifikire. Bê gûman wê bixwazin ku dewleta Tirk pirsgirêka Kurdan a li Bakurê Kurdistanê çareser bike. Dîsa ji êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê li Bakurê Kurdistanê wê nerehet bibin, lê ji ber van sedeman ne mimkûn e ku li hember Tirkiye di nav çalakî an jî helwestekê de bin.

Tirkiye dibêje YPG-PYD bi rejîmê re ye, bi topan YPG êrîşî me dike û derewên wek vê dibêje. Ev êrîşana bi temamî ji bo astengkirina statuya Kurdên li Sûriyeyê tên kirin. Dema derdorên li Ezazê piştgiriya wan dikin hêzê winda bikin, difikire ku qadê winda bike wê demê wê bandora siyaseta xwe ya li Sûriyeyê jî winda bike. Ji ber vê van êrîşan dimeşîne.

ME MIMKÛN E KU YPG’E LI ENQEREYÊ ÇALAKIYÊ LI DAR BIXE

Em nizanin bê wê operasyona bejahî bike an na. Em di vê mijarê de biryara Tirkiyeyê nizanin. Lê, operasyonek wiha ne rewa ye. Hêzek derveyî sehayê, ne xwecihî ye. Ji ber vê jî encamê operasyonek wisa wê ji bo Tirkiye jî giran be. Wek li Tirkiyeyê êrîşî her derê dike, ne mimkûn e ku li Sûriye, Rojava bi bandor be, hakim be. Bi taybet jî ne gengaz e kul i qadên Kurdan hakim be. Ji ber ku biyaniyek e, dikeve qadek bi temamî dijberî xwe. Ji ber vê jî wê têk biçe. Ti wateya xwe nîne ku çalakiya li Enqereyê dike hincet. Hê jî ne diyar bê ka kê çalakî pêk aniye. Teqez e YPG’ê pêk naniye. Ne mimkûn e YPG’e çalakiyek wisa pêk bîne.