'Xiyanetê li vî gelî nekin'

Ciwanên ji malbatên cerdevanan ên tevlî nava refên gerîla bûne, bang li malbatên xwe kirin ku çeka berê wê didin gelê xwe, deynin.

Bi konsepta şerê topyekûn ê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd ket meriyetê re, tevlîbûna li nava refên gerîla zêde bû. Balkêş e ku ji malbatên cerdevanan tevlîbûneke zêde heye.

Zarokên ji malbatên cerdevanan tevlî nava PKK'ê bûne dan xuyakirin, ku divê polîtîkaya cerdevaniyê were terikandin, gel li hemberî êrîşan serî netewîne, heta dawiyê li ber xwe bide û ciwan jî tevlî nava refên berxwedanê bibin.

'WÊ ÇEKA WE BERÊ WÊ DANE GELÊ XWE DEYNIN'

Zarokên cerdevanan ên tevlî nava refên gerîla bûne ji ajansa me re axivîn. Ji van Çekjin Cûdî da xuyakirin, ku bi destpêkirina qedexeya derketina derve re qetilkirina ciwanan, jinan, dayikan, bavan, bû sedem ku ew tevlî nava refên gerîla bibe û got, "Bavê min cerdevan bû. Lê ez li ser xetek welatparêziyê bûm. Lewma di navbera min û bavê min de hin nakokî hebûn. Bavê min nedixwest ez di nava xebateke rêxistinî de cih bigirim û biçim çalakî û mîtîngan. Lê min jî jê re digot, 'divê tu wê çeka te berê wê daye gelê xwe deyne.'

Bavê min jî di nav de hemû cerdevanên li Kurdistanê, ji ber zext û şîdeta dewletê bûne cerdevan. Tevî bavê min divê hemû cerdevan dest ji cerdevaniyê berdin û bi gelê xwe re li hemberî komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin, li ber xwe bidin. Cerdevanî yanî kişandina çekê li hemberî gelê xwe, ne pîşeyekî ji bo qezenckirina pereyan e."

'JI BO DEWLETA MÊTÎNGER BILA GULEYAN BERNEDIN GELÊ XWE'

Argêş Cûdî yê ji Şirnexê da zanîn, li hemberî komkujiyan bi tenê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd sekneke bi rûmet nîşan daye û got, "Tevî ku malbata min ji aliyê giştî ve welatparêze jî, bavê min nêzî 15 sal in cerdevaniyê dike. Bavê min ji ber zext û îşkenceya dewletê berî 15 salan rahişt çeka cerdevaniyê ya dewletê.

Ji ber êrîşa rêxistinên barbar ên mîna DAIŞ'ê li hemberî Rojava û Şengalê ez tevlî nava refên gerîla bûm. Ji ber ku bi tenê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li hemberî vê barbariyê sekneke bi rûmet nîşan dide. Komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin jî yek ji sedema tevlîbûna min e.

Banga min li hemû cerdevanan ew e ku êdî li dijî gelê xwe şer nekin. Ji bo dewleta Tirk a mêtînger guleyan bernedin zarokên gelê xwe."

'RIZQA ZAROKÊN XWE JI XWÎNA GELÊ XWE PEYDA NEKIN'

Rustem Cûdî diyar kir, şêx û meleyên li derdorê nokeriyê dikin û bi bikaranîna ol re ji bo cerdevankirina mirovan rolê dilîzin. Cûdî got, "Malbata min ji aliyê welatparêziyê ve qels e. Hîn bêhtir nêzî şêx û meleyên hevkarê dewletê ye. Rewşa giştî bi vî rengî ye. Ev şêx û meleyên hevkariyê bi dewletê re dikin, bi bikaranîna ol re mirovan dikin cerdevan û karê sîxuriyê dimeşînin.

Bavê min ev 20 sal in cerdevaniyê dike. Ji bo dest ji cerdevaniyê berde min gelekî pê re nîqaş kir. Min jê re got; şaş e ku mirov rizqa zarokên xwe di nava dewletê de ji rijandina xwîna gelê xwe peyda bikin. Cerdevan di wê baweriyê de ku dewlet li pişta wan e, lewma cerdevaniyê didomînin.

'BIRAYÊ MIN BI ÇEKA BAVÊ MIN GULE BERDA XWE'

Cûdî anî ziman ku wî û birayê wî bi bav û cerdevanên din re li hev nedikirin û got, "Demeke dirêj min bi bavê xwe û cerdevanên din re li hev nedikir. Mîna min nakokiyên birayê min jî hebûn. Bi psîkolojiya ji ber vê rewşê re bi çeka bavê min gule berda xwe. Piştî vê bûyerê birayê min seqet ma. Sedema rûda vê bûyerê polîtîkaya dewletê ya cerdevaniyê û bavê min bû. Li aliyê din jî min zext û şîdeta dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd didît. Di dema êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de daxuyaniya Erdogan a 'Kobanê waye têk diçe' bû sedem ku nerazîbûna min a li hemberî dewletê zêde bibe. Di nava vê rastiyê de, li şûna ku bibim cerdevanê vê dewleta êrîşî gelê Kurd dike, min xwest di nava refên gelê xwe tevlî vê têkoşînê bibim."

'DEST JI CERDEVANIYÊ BERDIN'

Cûdî herî dawî got, "Di serî de bavê min ez bang li hemû cerdevanan dikim ku dest ji cerdevaniyê berdin. Çeka dewletê deynin. Bila jê ne piştrast be ku dewlet li pişta wan e. Ev dewlet zarokan, dayikên extiyar qetil dike. Bi tank û topan êrîşî gelê Kurd dike. Bila cerdevan jî êdî van rastiyan bibînin. Ez dixwazim hemû cerdevanên li gundê me jî dest ji çekan berdin. Bila li cem gelê xwe cih bigirin."

'MIN LI VÊ DERÊ XWE JI NÛ VE NAS KIR'

Hîvda Pîros ku dibêje bavê wî 20 sal in cerdevaniyê dike got, "Di di dema dawî de PKK nas kir. Piştî naskirin, biryar da tevlî bibim. Jiyana li vê derê jiyaneke ji bedewiyan pêk tê ye. Jiyana li vir naşibe ya li sîstemê. Li nava sîstemê, jiyana koledarî li ser me dihat ferzkirin. Lê li viê derê min xwe, jiyana xwe ji nû ve nas kir.

Ez dibêjim bila êdî hemû cerdevan çekê deynin. Bila xwîna gelê xwe nerijînin. Rijaniya vê xwîna biratiyê êdî bes e. Bila li hemberî dewleta Tirk a faşîst a bi barbarî li dijî gelê Kurd şer dike, tevî gelê xwe têbikoşin.

Sozda Botan a ji Elbakê ku bavê xwe jî cerdevan e anî ziman, li gundê wan cerdevanî zêde ye, wê bi xwe jî li îmam hatîpan xwend û got, "Min li Dibistana Seretayî ya Îmam Hatîp dixwend. Ev dibistan cihekî şerê taybet bûn. Bi taybetî piştî ku DAIŞ derket holê, min ev rastî baştir dît. Lewma min got divê di nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd cih bigirim.

Weke ku ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn, di dema dawî de li Sûr, Cizîr û Şirnexê komkujî tên kirin. Di vê rewşê de jî hin Kurd ji dewletê re cerdevaniyê dikin. Divê cerdevan çeka dewletê deynin. Xwîna di van komkujiyan de tê rijandin xwîna zarokên wan e. Banga min li hemû cerdevanan e; dersa pêwîst ji dîrokê derxînin, şaşîtiya nokerî û xiyanetê dubare nekin û xiyanetê li gelê xwe nekin."