QSD: Şervanên me dor li Şedadê girtine
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê di malpera xwe ya fermî de ragîhand ku wan xwe gîhandiye ser Çemê Xabûrê û dor li bajarê Şedadê girtiye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê di malpera xwe ya fermî de ragîhand ku wan xwe gîhandiye ser Çemê Xabûrê û dor li bajarê Şedadê girtiye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk di malpera xwe ya fermî de derbarê operasyona Hêrsa Xabûrê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk wiha ye:
“Operasyona Hêrsa Xabûrê ku hêzên me di 16’ê Sibatê de li başûrê Hesekê destpê kir dewma diuke. Armanc jê ew bû ku herêm ji terora DAIŞ’ê were rizgarkirin, aramî û ewlehî vegere herêmê.
Duh Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşveçûna xwe dewam kirin û di vê navberê de gelek gundên Şedadê ji wan El-Mensûra, El-Xalidiyê, Bedran, Bosa, Xelfa, Til Maniyê û hwd hatin rizgarkirin. Her wiha hejmareke mezin a terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin cenazeyên 6’an ji wan tevî çekeke doçka 14.5, roketavêjên RBG, maşîneyeke Ford ku bombebarkirî bû û hat bêbandorkirin ketine destê hêzên me.
Di vê vî şerê dijwar de 4 şervanên me bi lehengî şehîd bûn. Di vê demê de şervanên me ji bo parastina jiyana sivîlan û ziyan negihêje wan bi haydarî û baldarî tev digerin û pêçde diçin.
Herêma Sebhawerbîn (47) û embarên wê jî hatin rizgarkirin. Hêzên me di pêşveçûnên xwe de derdora bajarê Şedadê bi tamamî girtine û ew xistiye dorpêçiyeke teng. Terorîst niha di bajêr de dorpêçkirî ne. Hêzên me her wiha xwe gîhandin Çemê Xabûrê û bi vê yekê re gundên wekî Elwa Foqanî, El-Hesen û El-Mihsin jî paqij kirin. Bi vê yekê re hêzên me riyan Şedadê-Mûsilê ku wekî korîdoreke setratejîk tê naskirin bi temamî hat birîn.
Hêzên me her wiha 5 dîl girtin. Yek ji wan ku Tirk e birîndar bubû li nexweşxaneyê mir.”