KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Leşkerên Tirk derbasî nava Rojava bûn
Maşînên leşkerî yên artêşa Tirk, bi qasî 200 metreyan ji Efrînê derbasî nava xaka Rojava bûn. -
Li Hezexê kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Hezexê welatiyê bi navê Ramazan Zan ê ku duh li mala xwe nexweş ket lê ji ber ku ambulans bi hinceta "ewlehiyê" hate asteng kirin dereng rakirin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê topbarana li hemberî taxan jî didome. -
Li hemberî Sûrê êrîşa bi tank û topan dewam dike
Li Sûr a ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê tevî malbatan asê ma ye, di mesajên xwe yên dawî de got, "êrîşa bi tank û topan dewam dike." -
Kûblay ê li Cizîrê hat qetilkirin bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê Mehmet Kûlbay ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Semsûrê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. -
Li Agiriyê operasyona leşkerî
Gelek helîkopterên ji Bazîdê rabûn, leşker danîn herêma Elê ya li quntarên çiyayê Agirî. -
Bayik: Gerîla wê êdî li her deverê çalak be, hesabê komkujiyên li Kurdistanê wê bê pirsîn
Bayik têkildarî çalakiya duh êvarê ya li Enqereyê li hemberî wesayîtên leşkerî hatin kirin got, "Em nizanin bê kê ev pêk aniye. Lê belê dibe ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê çalakiyeke bersivdayînê be." -
Li Holê operasyon dewam dike: Gundekî din hat azadkirin
Li başûrrojavayê bajarokê Holê, şerê di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dike. -
Di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn: Herî kêm 8 leşker mirin
Li ser rêya bejahî ya Amed-Çewlikê, di dema derbasbûna konvoyeke maşînên leşkerî de teqînekê rû da. -
MOP êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava şermezar kir
MOP êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bi mejiyê dagirkeriyê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dike." -
Li Şêxmeqsûdê 16 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, roja 16'ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. -
'YÎBO dibistanên bişavtinê ne'
Dijwar Zîlan ê ji bo perwerdeyê çû YÎBO û piştre dibistan terikand û tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Li van dibistanan, ji bilî xwendekaran, leşker tên afirandin. Ji bo jiyaneke cuda, bingeh tê danîn." -
Rojnamevan Gewre: Li Başûrê Kurdistanê çareserî xwerêveberiya gel e
Mûstafa Hesen Gewre yê rewşa kaotîk a li Başûrê Kurdistanê weke "Xisarên civakî, qanûnî û siyasî yên ji ber diziyê" pênase kir û destnîşan kir, ku çareserî xwerêveberiya gel e. -
Rojnivîsa Nobeda Nûçeyan - Li Amedê şev giran e
Li Amedê, îşev gelekî giran e. Li Sûra ku dengê teqînan jê tê, dibe ku îşev komkujiyek were kirin. Mirovên ji ber bomberdûmanê xwe spartine jêrzemînan, dibe ku mîna li Cizîrê bên qetilkirin. -
DYA: Em dikarin piştgiriyê bidin hêzên Kurd ên li Efrînê
Serheng Steve Warren ku Berdevkê Operasyona Biryarbûna Xwezayî yê DYA ya li Iraq û Sûriyeyê dimeşîne ye, got dikarin piştgiriya hewayî bidin hêzên Kurd ên li Efrînê şer dikin. -
Berlîn ji bo Sûrê li ser piyan e
Kurdistaniyên li paytexta Berlîn a Elmanya dijîn, ji bo protestokirina êrîşên terora dewleta Tirk a li hember Sûrê daketin kolanan. -
Gelê Amedê yê li dijî wehşeta Sûrê rabû ser lingan rastî êrîşa polîsan hat
Gelê Amedê li hemberî êrîşên tevkujiyê yên li Sûrê dest bi çalakiyên lezgîn kir û li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe dide. -
Li Berlînê şehîdên 15’ê Sibatê hatin bibîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê , Sema Alp, Mûstafa Kûrt, Sînan Karakûş û Ahmet Acar ên dema komploya navneteweyî protesto dikirin. -
Artêşa Tirk duh êrîşî nuqteyên leşkerî yên li Girê Spî kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk 16’ê Sibatê saet 20.30’an êrîşî nuqteya leşkerî ya hêzên YPG’ê ya li rojavayê Girê Spî û embarên genim ên li Girê Spî kiriye. -
Ji Sûrê peyam heye: Bi ruhê Kobanê ji bo Sûrê rabin ser piyan
Rojnamevanê DÎHA Mazlûm Dolan ê ku li jêrzemîna avahiyekî yê Sûrê asê bûne, diyar kir ku li gel ji 32 birîndaran 9 jê giran hene. -
Di çalakiya li Enqereyê de herî kêm 28 kes hatine kuştin / HAT NÛKIRIN
Li gorî agahiyên ji teqîna li Enqereyê hatin girtin herî kêm 28 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku jimara kuştiyan hê zêdetir in. -
Li Dusseldorfê ji bo Sûrê çalakî tê lidarxistin
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê û dorpêça dewleta Tirk a li ser Sûrê çalakî tê lidarxistin. -
Li Amedê polîsên Tirk êrîşî çalakya ji bo Sûrê kirin
Li Amedê polîsên Tirk bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rast êrîşî çalakiya ji bo Sûrê kirin. Li beramberî van êrîşan jî gel ket xweparastinê û bendên nû danîn û bi keviran jî bersîv dan. -
Cenazeyê Derya Koç ber bi bajarê wê hat oxirkirin
Cenazeyê Hevseroka berê ya HDP’ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç a di nav kesên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatin înfazkirin de bû, ji aliyê malbatê hat wergirtin, ji bo defnkirinê birin navçeya Qereyazî ya Erziromê. -
Li Elmanyayê siyasetmedarekî din ê Kurd hat girtin
Rayedarên Elmanya, duh siyasetmedarekî din ê Kurd girtin. Siyastmedarê Kurd Mûhlîs Kaya, duh sibehê ji bo mêvandariyê li mala Kurdistaniyêkî bû, dema ku derket bi xwediyê malê re hat binçavkirin. -
KCD-E: Divê gelê me yê li Ewropa jiyanê rawestîne!
KCD-E li hember êrîşên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê û Rojava banga çalakiyan kir.