KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê çalakiya edalet û ronîkirinê
Li Parîsê ji bo Caniz, Dogan û Şaylemez daxwaza edaletê hat kirin. -
Dalmiş û Karadûman li Silopiyayê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyê Ferhat Karadûman û Nûrsel Dalmiş ên ku di êrîşên terora dewleta Tirk ên li Cizîrê de hatin înfazkirin, li Silopiyayê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo Sûrê banga çalakiyan kir
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bal kişand ser rîska qetlîama li ser Sûrê, banga çalakiyan li ciwanan kir. -
Erbek bi payîzokan ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Mûharrem Erbek (23) ê li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê hat înfazkirin, li Goristana Nalaro ya li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Ji bo Mazlum Dolan bangawaziya lezgîn
Nûçegihanê ajansa DİHA’yê Mazlum Dolan li navçeya Sûrê ya ev 78 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike ye. Bi nûçegihanê DİHA’yê Dolan re îro du caran li ser telefonê têkîlî hate danîn. -
Li Şirnexê şerê dijwar diqewime
Li taxên Dîcle û Bahçelîevler ên Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dikin, hêzên YPS û YPS-Jin jî bersiva van êrîşan dide. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê ku li Til Rifatê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir. -
Polîsan êrîşê Dayikên Aştiyê kir
Dayikên Aştiyê yên xwestin serdana taziya Sînan Kaya yê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin bikin, rastî êrîşa polîsan hatin. -
Li Gaziyê operasyon didomin: Polîsên Tirk ji taxan diqewitînin
Li Gaziyê, protestoyên li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê tên meşandin, didomin. Polîsên Tirk êrîşî gel kirin, li ser vê jî ciwanan bi xweparastinê bersiv dan. -
Li Cizîrê 11 cenaze hat dîtin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 11 cenaze hatin dîtin. -
Gerîlayên li Şengalê perwerde bi dawî kirin nasnameyên xwe girtin
Gerîlayên HPG, YJA Star û MLKP’ê yên li Şengalê perwerde didîtin nasnameyên xwe girtin. -
Amedî wê ji bo Sûrê rabin ser piyan
Welatiyên Amedê ji bo navçeya Sûrê ya ku bi qatlîamekî wekî Cizîrê re rû bi rû ye, wê rabin ser piyan. Amedî wê di saet 19.00'an de li semta Ofisê kom bibin li bendê ye ku ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin. -
Li Efrînê ciwanên ku gundên wan hatin rizgarkirin Tabûra xwe ava kirin
Ciwanên gundên Zaretê û Xirêbikê, Tabûra bi navê Şehîd Berxwedan îlan kirin. -
Li Hezexê di encama topbaranê de di malekê de şewat derket
Di encama êrîşên çeteyên hêzên dewleta Tirk de di malekê de şewat derket. -
‘Di jêrzemînekê de birîndar, zarok û kal nêzî 200 kes hene’
Nûçegîhanê DÎHA ê li Sûrê Mazlûm Dolan ragihand ku derdora 200 kes ji ber êrîşên hêzên dewletê xwe spartine jêrzemînên avahiyekê de ku di nav de birîndar, zarok û îxtîyar jî hene. -
Erdemîr û Gulmez bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan
Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Radyoya Ozgur Gun Ahmet Gulmez ên li Mêrdînê beriya 3 rojan hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. -
Dewleta Tirk dîsa êrîşî Efrîn û Ezazê kir
Dewleta Tirk daxwaza konseya ewlekariyê ya sekinandina êrîşan bin pê kir û dîsa Efrîn û Ezazê dan ber topban. -
Li Silûkê 6, li Serêkaniyê çeteyek hatin kuştin
Li rojhilatê bajarokê Silûkê di şerê navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de 6 çete hatin kuştin. Li gundê Aliya yê Serêkaniyê jî çeteyek hat kuştin. -
Li Cizîrê 2 cenazeyên din hatin dîtin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 2 cenazeyên ku nasnameya wan nehat zanîn hatin dîtin. -
Li Sûrê amadekarî ji komkujiyê re tê kirin: Xwe spartin jêrzemînê
Li Sûrê, êrîş dijwar dibin. Derket holê ku dewlet amadekariya komkujiyeke mezin dike. Nûçegihanê DÎHA'yê Dolan ji jêrzemîna ku tevî malbatan xwe lê girtiye mesajek bi rêya telefonê şand û got, "Kêm maye bûyera mîna ya Cizîrê biqewime." -
Rewşa dawî ya Hezexê
Topbarana hêzên dewleta Tirk li hemberî taxên Hezexê didome. Navçe ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Îro jî 4 hezar polîs û leşker tevî bi dehan maşînên zirxî ber bi navçeyê ve hatin veguhastin. -
Ji Komeleya Alîkariyê ya Rojava kampanya alîkariyê ji bo malbatên Sûrê
Xebatên alîkariya malbatên ku ji ber qedexeya derketina derve û dorpêça Sûrê neçar mabûn malên xwe terk bikin, bê navber berdewam dikin. -
Artêşa Tirk top avêt qadên gerîla
Bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla dewam dike. Tevgera hewayî jî didome. -
Kurdên li Ewropayê wê di 22'ê Sibatê de li ber DMME bin
Saziyên Kurd ên li Ewropayê amadekariyan dikin, saziyên Yekîtiya Ewropa û DMME yên li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng in, protesto bikin. Ji bo çalakiya roja 22'ê Sibatê banga tevlîbûnê hat kirin. -
Koma 3. a Nobeda Nûçeyan dest bi wezîfeyê kir
Rojnamevanên ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanên li Kurdistanê di nava şert û mercên zehmet de karê xwe dikin çûn Amedê, weke koma sêyemîn dest bi Nobeda Nûçeyan kirin.