Li Sûrê amadekarî ji komkujiyê re tê kirin: Xwe spartin jêrzemînê

Li Sûrê, êrîş dijwar dibin. Derket holê ku dewlet amadekariya komkujiyeke mezin dike. Nûçegihanê DÎHA'yê Dolan ji jêrzemîna ku tevî malbatan xwe lê girtiye mesajek bi rêya telefonê şand û got, "Kêm maye bûyera mîna ya Cizîrê biqewime."

Navçeya Sûr a Amedê ev 78 roj in di bin dorpêç û êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê de ye. Hêzên dewletê piştî Cizîrê niha li Sûrê amadekariya komkujiyek nû dike. Li Cizîrê di êrîşên komkujiyê de di 3 avahiyan de bi dehan kes bi rojan li benda rakirina nexweşxanê man û li gel hemû bangawazî û hewldanan jî bi awayek hovane hatin qetilkirin. Heya niha 145 cenazeyên ku nasnameyên gelek ji wan nehatine zelal kirin, ji jêrzemînên wehşetê hatin derxistin. 

Hikûmeta AKP'ê ku li Cizîrê komkujiyek bi vî rengî kir, niha jî li Sûrê amadekariya komkujiyê dike. Li navçeyê di rojên dawî de êrîşên hêzên dewletê gelek giran bûne. Nûçegîhanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê ku ji roja destpêkê ya dorpêçê ve li Sûrê agahiyan digihîne raya giştî, di peyamên xwe yên dawî de da zanîn ku bi hewldana komkujiyê re rû bi rû ne. 

Nûçegîhanê DÎHA'yê Dolan diyar kir ku tevî hin malbatan ji ber êrîşan xwe spartine jêrzemîna avahiyekê û bi komkujiyek weke Cizîrê re rû bi rû ne. 

Peyama ku Dolan ragihand wiha ye: 

"Rewş nebaş e. Em di jêrzemîna avahiyek de ne. Ez li gel malbata me. Dibe di demek nêz de weke Cizîrê bibe. Şer pir giran e. Cihên ku em lê ne tê bombekirin, bi tank û hawanan lê didin. Anonsên 'Em ê ji hewayê li we bidin, we hemûyan bikujin" dikin. Li xwe baş binêrin. Ji hevalan re silavan."