Polîsan êrîşê Dayikên Aştiyê kir

Dayikên Aştiyê yên xwestin serdana taziya Sînan Kaya yê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin bikin, rastî êrîşa polîsan hatin.

Li Taxa Halê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji aliyê malbata Sînan Kaya yê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî hovane hat qetilkirin ve konê şînê hat vedan. Dayikên Aştiyê yên xwestin serdana konê şînê bikin, rastî êrîşa polîsan hatin. Dayikên Aştiyê yên li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Akdenîzê hatin gel hev û xwestin bi meşê ber bi konê şînê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî rê li wan hat girtin. 

Dayikên di meşa xwe de bi israr bûn, ji aliyê polîsan ve rastî êrîşa bombeyên gazê û ava şid hatin. 

Di êrîşê de gelek dayik tesîr ji bombeyên gazê girtin û dayikek dema xwe li dikanekê hêwirand bi bombeya gazê ji çena xwe birîndar bû. Piştî mudaxileya polîsan dayik li nêv kuçeyan dîsa hatin gel hev û dubare dest bi meşa xwe kirin û çûn serdana konê şînê.

Li konê şînê Dayika Aştiyê Asîne Çinar a bi bombeya gazê ji çena xwe birîndar bû, bi êrîşa li hemberî dayikan komkujiya di jêrzemînên wehşetê ya li Cizîrê bibîr xist û wiha bertek nîşan da, "Me dişewtînin, dikujin, tammûl nakin ku em serdana konê şînê jî bikin."

Çinar diyar kir ku polîtîkayên îktîdara AKP'ê û Serokkomar Erdogan ên komkujiyê hene û wiha nifirand, "Çawa ku ew me qetil dikin, înşelle were serê wan jî." 

'METÎNER Û MÎROGLÛ HEVPARÊ KOMKUJIYÊ NE' 

Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî komkujiyên li Cizîrê şermezar kir û wiha got, "Şewitandina cenazaeyan a bi naylonan, derxistina çavên cenazeyan, bi tazîkirinê teşhîrkirina cenazeyan wehşet e û li tu deverê dinyayê wehşeteke bi vî rengî tune ye. Em AKP û Serokkomar şermezar dikin. Bila ew bizanibin heta niha gelê kurd teslîm nebûye, nabe û heke rojeke jî canê me hebe em wê di wê rojê de jî têkoşîna xwe xurtir bikin."

Eren diyar kir ku, tammûliya wan bo cenazeyan jî tune û wê wek dayikan her li ber xwe bidin. Her wiha Eren bang li parlementerên AKP'ê yên kurd Orhan Mîroglû û Mehmet Metîner kir: "Hûn hevparê vê komkujiyê ne. Li vir yên rastî êrîşên bombeyên gazê, wê bedena tazî ya li Cizîrê li ber wêneyan dikşînin, jinên tên qetilkirin dayika te, xwişka te, jinbira te ye jî, ji van dayikan şerm bikin."

Dayika Aştiyê Hediye Yildiz jî diyar kir ku tu cudahiya Erdogan ji Îsraîlê tune ye û wiha berteka xwe nîşan da, "Ne mirovayetiya wî heye, ne jî misilmaniya wî. Piştî kuştina mirovekî, şewitandina bedana wî li tu derî tune ye."

'SED MIXABIN JI BO TE!'

Dayika Aştiyê Sakîne Ertaş jî bi vî awayî bang li hevjîna Serokkomar Erdogan, Emîne Erdogan kir: "Tu jî jin î, zarokê te jî, keça te jî heye. Tu li Kurdistanê ji komkujiyên li hemberî jinan û teşhîrkirina bedênên wan şerm nakî, sed mixabin ji bo te."