Ji bo Mazlum Dolan bangawaziya lezgîn

Nûçegihanê ajansa DİHA’yê Mazlum Dolan li navçeya Sûrê ya ev 78 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike ye. Bi nûçegihanê DİHA’yê Dolan re îro du caran li ser telefonê têkîlî hate danîn.

Dolan ê ku li Sûrê bi malbatan re li jêrzemîna avahiyekî de ye saet di 12.56'an de ev peyam şand: "Rewş ne baş e, em li jêrzemînekî de ne. Ez bi malbatan re me. Di demeke nêz de dibe ku bûyerekî wekî Cizîrê biqewime. Pevçûn pir dijwar in, cihê ku em lê ne tê bombebarankirin û bi hewan û tankan ve lê didin. Anonsên ku 'em ê bi hewa li we xin, we hemûyan bikujin' tên kirin. Li xwe baş binêrin, ji hevalan re silav."

Nûçegihanê DİHA’yê Dolan di peyama xwe ya duyemîn a saet di 14.57'an de li jêrzemîna ku lê ye şand. Peyama Nûçegihanê DİHA’yê Dolan wiha ye: "Birîndar hene. Kesên ku rewşa wan giran e hene. Li cihê ku ez lê dimînim 30 kes hene. Li cihên din jî nêzî 200 kes hene. Zarok, kal û pîr hene. Zarokên 4 mehî hene. Pirsgirîka şarjê heye."

Wekî di van peyamên ku Nûçegihanê DİHA’yê parve kir de jî tê fêm kirin ku li Sûrê li jêrzemîna ku xwe spartine rewş gelekî cidî ye. Kesên ku zarok. kal û birîndar jî hene û hevalê me jî li wir e xetereya wan a jiyanê heye.

Herî dawî dengê kesên ku li Cizîrê di jêrzemînê de asê ma bûn hê jî di guhên me de ye. Nûçegihanê DİHA’yê yê rojnameger Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş jî li Cizîrê di jêrzemîna ku lê asê mabûn de herî dawî di telefona ku axivî bû de ev tişt gotibû. "Avahî tê bombebarankirin. Hewl didin xira bikin. 4 heval ji ber ku birînên wan nehatin pansumankirin jiyana xwe ji dest dan. Ceryan tuneye, av tuneye. Dixwazin qatlîamê pêk bînin. Nahêlin gel bê. Mirovahî tê qetilkirin, dewlet dixwaze qatlîamê pêk bîne. Divê gelê kurd rabe li ser piyan." Piştî vî axaftinê ji rojnamger Aktaş agahî nehat wergritin û ji jêrzemînê cenazeyên komî hatin derxistin...

Wekî Cizîrê li Sûrê jî ji bo heman hovîtî neyê jiyîn divê em guh bidin dengê ku ji Nûçegihanê DİHA’yê Mazlum Dolan tê. Em ji jiyana Nûçegihanê DİHA’yê Mazlum Dolan û bi sedan kesên li Sûrê di jêrzemîna avahiyan de ne bi fikar in. Em naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin; Em dixwazin têkîldarî Sûrê nûçeyên jiyanê çêbikin. Dibe ku sibehê dereng be. Hêj nebûye dereng di serî de hempîşeyên me û rêxistinên rojnamegeran, em bang dikin ku bihistiyar bin û bikevin anva tevgerê.