‘Di jêrzemînekê de birîndar, zarok û kal nêzî 200 kes hene’

Nûçegîhanê DÎHA ê li Sûrê Mazlûm Dolan ragihand ku derdora 200 kes ji ber êrîşên hêzên dewletê xwe spartine jêrzemînên avahiyekê de ku di nav de birîndar, zarok û îxtîyar jî hene.

Nûçegîhanê DÎHA ê li Sûrê Mazlûm Dolan ragihand ku derdora 200 kes ji ber êrîşên hêzên dewletê xwe spartine jêrzemînên avahiyekê de ku di nav de birîndar, zarok û îxtîyar jî hene.

Li navçeya Sûrê ya Amedê hewldanên hêzên dewletê yên komkujiyê didomin. Nûçegîhanê DÎHA'yê Mazlum Dolan ku ji roja destpêkê ya dorpêçê ve ye ji Sûrê agahiyan radigihîne, der barê rewşa dawî ya Sûrê de peyamek nû gihand. Dolan da zanîn ku derdora 200 kesên sivîl, ji ber êrîşan xwe spartine jêrzemînên avahiyan. 

Dolan da zanîn ku di nav van kesan de zarok, îxtiyar û kesên di êrîşan de birîndar bûne jî hene. Dolan da zanîn ku di jêrzemîna ku ew di nav de ye derdora 30 kes hene.

Dolan di peyama xwe de wiha nivîsî: "Birîndar hene. Kesên rewşa wan giran jî hene. Li cihê ku ez tê de me 30 kes hene. Li cihên din jî derdora 200 kesî heye. Zarok û pîr hene. Pitikên 4 mehî jî hene."