Koma 3. a Nobeda Nûçeyan dest bi wezîfeyê kir
Rojnamevanên ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanên li Kurdistanê di nava şert û mercên zehmet de karê xwe dikin çûn Amedê, weke koma sêyemîn dest bi Nobeda Nûçeyan kirin.
Rojnamevanên ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanên li Kurdistanê di nava şert û mercên zehmet de karê xwe dikin çûn Amedê, weke koma sêyemîn dest bi Nobeda Nûçeyan kirin.
Rojnamevanên ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanên li Kurdistanê di nava şert û mercên zehmet de karê xwe dikin çûn Amedê, weke koma sêyemîn dest bi Nobeda Nûçeyan kirin. Rojnamevan ji bo balê bikişînin ser zext, zordarî, binçavkirin û girtina rojnamevanan, wê îro saet di 15:00 de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya rûniştinê lidar bixin.
Di nava koma sêyemîn a Nobeda Nûçeyan a bi dirûşma "Em li dû hempîşeyên xwe yên dane pey rastiyê ne" rojnamevan Ceyda Karan, Hayko Bagdat, Mehveş Evîn, Arzû Demîr, Gokhan Bîçîcî, Semra Çelebî, Cîhangîr Balkir, Metîn Cîhan û Demet Yilan cihd igirin. Rojnamevanan di destpêkê de Komeleya Karsaz û Pîşesazên Amedê (DÎSÎAD) û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ziyaret kirin. Koma Nobeda Nûçeyan, piştî civîna li DÎHA'yê, saziyên ew ê lê bixebitin di nava xwe de diyar kir û dest bi kar kir.