Dewleta Tirk dîsa êrîşî Efrîn û Ezazê kir

Dewleta Tirk daxwaza konseya ewlekariyê ya sekinandina êrîşan bin pê kir û dîsa Efrîn û Ezazê dan ber topban.

Dewleta Tirk daxwaza konseya ewlekariyê ya sekinandina êrîşan bin pê kir û dîsa Efrîn û Ezazê dan ber topban

Hêzên Artêşa Tirk gundên Ezaz û Efrînê ên ku bi 4 hawanavêjan topbaran dikirin, duh bi şev du hawanavêjin din jî anî û li qereqola Akçakale ya bajarê Kilîsê bi cih kirin.

Hêzên Artêşa Tirk ji bo ku dezgehên çapemeniyê yên ku topbaranê dişopînin hawanavêjan nebînin, di nava daran de veşartin.

Tevî ku konseya ewlekariyê ji Tirkiyê xwest ku topbarana xwe ya li ser herêmên Bakurê Helebê bi dawî bike jî, dewleta Tirk ev daxwaz binpê kir û dîsa gundên Efrînê û Ezazê topbaran kirin. Topên ku hatin avêtin, gund û Balafirgeha Minix a leşkerî û gundê Malikiyê hedef girtin.

Ji aliyekî din ve dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînorê bi Kantona Efrînê re zêde kirin. Hêzên dewletê 10 tankên nû û gelek wesayîtên zirxî anîn li herêma sînor a li hemberî navçeya Cindrêsê bicih kirin. Her wiha avakirina dîwarê şermê jî li vê derverê didomîne.