KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk 10 top avêtin gundên Efrînê
Artêşa Tirk topbarana xwe ya li dijî gundên kantona Efrînê berdewam dike. Herî dawî 10 top avêtin gundên Qîbarê û Stêr. -
OPCW: DAIŞ’ê li dijî Kurdan çekên kimyewî bikar anî
Li gor Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî, çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, sala bihurî li hember Kurdên Başûrê Kurdistanê gaza hardalê bikar anî. -
Li Elmanyayê 15’ê Sibatê hat lenetkirin
Komploya 15’ê Sibatê a ku tasfîyekirina Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê xistibû armanc li Elmanyayê hat protestokirin. -
Kurdên Êzidî li çiyayê Şengalê 15’ê Sibatê şermezar kirin
Komploya 15’ê Sibatê li çiyayê Şengalê bi meşeke bi sedan kesan hat şermezarkirin. -
Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin, li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin. -
HSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
HSD, nasnameya 2 şervanên xwe yên di encama êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hewan û misketan de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir. -
Cenazeyê zarokê 16 salî yê hat înfazkirin hat teşhîskirin
Cenazeyê Mûharem Erbek ê yek ji cenazeyên 48 kesên ku di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de hatin qetilkirin û cenzeyên wan şandin Deriyê Sînorê Xabûrê tê rawestandin, ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. -
Ciwanên Rojhilatî Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Komek ji ciwanên bajarê Sine li nêzî bajêr li hev civiyan û komploya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Dema binçavkirinê ya Erdemîr û Gulmez hate dirêjkirin
Dema binçavkirinê ya Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Ozgur Gun Radyoyê Ahmet Gulmez ên ku duh li Mêrdînê hatibûn binçavkirin, 24 saet hate dirêjkirin. -
SYPG: Komploger têk diçin berxwedanî bi ser dikeve
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komplogerên 15’ê Sibatê wê têk biçin, berxwedana gelan wê bi ser bikeve. -
Komploya Navneteweyî li binarê Qendîlê hat şermezarkirin
Îro 15’ê Sibatê komploya navneteweyî li gundê binarê Qendîl Pirdeşalê bi tevlîbûna hemû gundên derdorên binarê Qendîl bi meşek girseyî ve hat protestokirin. -
Hevserokê Bajêr ê HDP'a Colemêrgê serbest hate berdan
Hevserokê Bajêr ê HDP'a Colemêrgê Metîn Besî ê ku di avahiya partiyê de hatibû binçavkirin, piştî karên li emniyetê serbest hate berdan. -
Li Edeneyê li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe dan
Li Edeneyê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên ku daketin kuçe û kolanan û rê li trafîkê girtin, rastî êrîşên polîsan hatin. -
Li Amedê polîsan zarokek birîndar kirin
Polîsên Tirk li Amedê êrîşî girseya ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dikir kir û zarokekî 10 salî yê bi guleya polîsan birîndar bû. -
PDK’ê êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kir!
Asayişa PDK’ê bi çek û copan êrîşî Mexmûriyên ku hewl dan 15’ê Sibatê protesto bikin kir. -
Hevserokê HDP'a Colemêrgê hate binçavkirin
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Colemêrgê Metîn Besî di avahiya bajêr de hate binçavkirin. Li Wanê jî di serdegirtina malê de ciwanek di protestoyên 15'ê Sibatê de, bi giştî 3 zarok hatin binçavkirin. -
Ciwanên Efrînê ji bo Ocalan meşiyan
Meşa li bajarê Efrîn ê Rojava ya ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi dawî bû. -
Li Hezexê sewqiyata leşkerî bi lez û bez tê kirin
Ji Hezexê re ku dorpêç lê dewam e, zêdetirî 20 wesayîtên zirxî yên Kobra û 6 Ford Ranger hatin şandin. -
Polîsên Tirk li Amedê êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kirin/ HAT NÛKIRIN
Gelê ku ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat kom bûn, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. -
Êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava didome: 2 zarok hatin qetilkirin
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundên Efrîn û Ezazê didomin. Di êrîşên îro de 2 zarok hatin qetilkirin. Gelek sivîl jî birîndar bûn. -
Li Geverê provakasyona polîsan
Li Geverê hêzên dewletê bi hinceta ku "bombe" heye rê li trafîkê girtin û taxa Eesentepe gulebaran kirin. -
Cenazeyê Mugdat bi dirûşmên berxwedanê ve hate defnkirin
Cenazeyê Mugdat Ay ê 12 salî ku duh li Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate defnkirin. -
Li Wanê bi deh hezaran kes li dijî komployê daketin kolanan
Komploya 15'ê Sibatê li Wanê ji aliyê deh hezaran kesî ve bi meşeke girseyî û daxuyaniya çapemeniyê hat şermerzarkirin. -
Ji gerîlayan çalakiya li hemberî qereqola Şkêr
Gerîlayan bi çekên giran li hemberî qereqola Şkêr a li ser sînorê herêma Zapê ye, çalakiyek pêk anîn. -
2 cenazeyên li Mêrdînê hatin teşxîskirin şandin Cizîrê
Cenazeyên Tajdîn Merse û Mehmet Dalmiş ên li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin teşxsîkirin, ji bo werin veşartin ber bi navçeya Şirnex Cizîrê ve hatin şandin.