Cenazeyê Mugdat bi dirûşmên berxwedanê ve hate defnkirin

Cenazeyê Mugdat Ay ê 12 salî ku duh li Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate defnkirin.

Cenazeyê Mugdat Ay ê 12 salî ku duh li Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate defnkirin. Di merasîma cenaze de zêmarên dayika Ay bû sedema demên hestewar, cenazeyê Mugdat bi dirûşmên hevalên wî yên lîstikê yê "Şehîd namirin" ve hate defnkirin.

 

Cenazeyê Mugdat Ay ê 12 salî ku duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê tîmên taybet ên taxa Dîcleyê dorpêç kirin ve hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate defnkirin. Bi hezaran kesên ku ji bo merasîmê li ber Mala Şînê ya Taxa Devrîmên kom bûn rêz girtin û posterên Mugdat, alên PKK'ê vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî berxwedana Nisêbînê" "Bijî Serok Apo" berz kirin.

 

'NISÊBÎN BI WINDAKIRINA ZAROKÊN XWE VE KETE VÊ ROJA REŞ'

 

Piştî nimêja cenaze Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim axaftineke kurt kir û got ku Mugdat zarokê biçûk ê hemû gelên Kurdistanê yê hatiye qetilkirin e.

 

Yildirim di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Dewleta dagirker li ber çavên me zarokên me qetil dike û êşkenceyan dike. Bi qetilkirina kurên me, li Cizîrê bi tazîkirin û êşekencekirina bedena keçên me, li Silopiyayê dayikên me yên ku qetil dike 7 rojan li kolanan hiştîne ve êşkenceyên herî giran dike. Îro 15'ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan e. Di rojeke wisa tarî de gelê Nisêbînê zarokê xwe winda kir. Ev roja reş bêguman wê rojeke bigihîje ronahiyê. Gelên mazlum bê guman wê rojeke bi ser kevin."

 

BI DIRÛŞMÊN ZAROKAN ÊN BERXWEDANÊ HATE DEFNKIRIN

 

Piştre jî darbeste Ay hate hilgirtin û ber bi Goristana Hacilar vê meşiyan. Li navçeyê ji bo şermezarkirina komployê derabe nehatin vekirin ji şaneşînên malan paçên reş hatin daliqandin. Welatiyan li malên xwe jî bi nîşaneyên serkeftinê û tîlîliyan ve Mugdat ê biçûk oxir kirin.

 

Piştî ku cenaze gihîşt goristanê li vir dema hate defnkirin ji ber zêmarên dayika Mugdat demên hestewar hate jiyîn. Zarokên Mugudatê biçûk ên lîstikê jî sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin û dirûşmên "Şehîd Namirin" berz kirin.