Kurdên Êzidî li çiyayê Şengalê 15’ê Sibatê şermezar kirin
Komploya 15’ê Sibatê li çiyayê Şengalê bi meşeke bi sedan kesan hat şermezarkirin.
Komploya 15’ê Sibatê li çiyayê Şengalê bi meşeke bi sedan kesan hat şermezarkirin.
Çalakiyên şermezar û protestokirina 17. salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Bi sedan Kurdên Êzidî li çiyayê Şengalê kom bûn, li pêşiya Meclîsa Gelê Şengalê komplo şermezar û lenet kirin.
Di çalakiya protestoyê de peyamên Meclîsa Avakirina Şengal û Meclîsa Jinên Şengal û TEVDEM hatin xwedin, hat diyarkirin ku dixwazin gelê Kurd bi komplo, qetlîaman û girtinê îmha bikin û wiha hat ziman: “Em carek din jî bang li hemû cihanê dikin ku komploya li hember Rêber Apo hat pêkanîn tê wateya li hember tevahî gelên bindest û azadîxwaz e. Azadiya Rêber Apo, nîşaneyek ji bo jiyanek wekhev, xwişktî û biratiyê ye.”
Di daxuyaniyê de hêzên ku cih di komploya 15’ê Sibatê de girtin û yên ku dixwazin tevgera azadiyê bifetisînin hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “ Divê her kes baş bizanibe ku gelê me ji doza xwe ya mafdar venagere. Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo em ê bijîn û têkoşîna xwe bigihînin serkeftin û azadiyê.”