Ciwanên Efrînê ji bo Ocalan meşiyan
Meşa li bajarê Efrîn ê Rojava ya ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi dawî bû.

Yekîtiya Ciwanên Rojava duh bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi dirûşmeya ‘Ciwanên Azad Wê Li Hember Komploya Navneteweyî Bisekinin’, meşeke ku du rojan dabûn destpêkirin. Meşa ciwanan ji navenda Efrînê destpê kir. Ciwan îro gihiştin Qada Newroz a navçeya Racoyê û meşa xwe bi dawî kirin..
Li vir jî bi bi sedan welatî bi cilên xwe reş beşdarî meşa ciwanan bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên reş, hildabûn.
Piştî ku girse li vir tevlî meşa ciwanan bû, ji bo tevlî mîtîngê bibin meşvanan berê xwe dan stada Medya ya li navenda Kantona Efrînê.