SYPG: Komploger têk diçin berxwedanî bi ser dikeve
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komplogerên 15’ê Sibatê wê têk biçin, berxwedana gelan wê bi ser bikeve.
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komplogerên 15’ê Sibatê wê têk biçin, berxwedana gelan wê bi ser bikeve.
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komplogerên 15’ê Sibatê wê têk biçin, berxwedana gelan wê bi ser bikeve.
Daxuyaniya SYPG’ê wiha ye:
“Em wekî Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) 17. salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin û berxwedana Îmraliyê silav dikin.
Di keseyata şehîdên 15’ê Sibatê em hemû şehîdên şoreş, azadî û sosyalîzmê bi bîr tînin û li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.
Di heman deme de em wek SYPG berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin û li ber şêhîdên berxwedana Bakur soza bilindkirina têkoşînê didin.
17 sal e, li dijî komplogeran ji Îmralîyê heta Cizîr û Sûrê, ji Rojava heta çar parçeyên Kurdîstanê û Cîhanê têkoşîna gelê me û dostên gelê Kurd berdewam dikin. Hêzên dagirker, xwînxwar, mêtinger, emperyalîst bi vê komployê xwestin pêşiya berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bigrin. Di heman demê de ew komplo li dijî gelên Rojhilata Navîn jî bû. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd di heman deme de hêvî û baweriya azadî yên gelên Rojhilata Navîn zîndî dikir. Ew ji bo hêzên desthilatdaran xetereyek mezin bû. Ji bo vê jî xwestin gelan bînin beramberî hev. Lê, gelê me yê qehreman li dijî wê sîyasetê gemar berxwedanekê dîroka da û dide.
Em baş zanin ku dema ku gelêk birêxistin bibe ti hêz nikare wî gelê têk bibe. Şoreşa me ya Rojava rastiya ku herî ber bi çav e. Ji Cizîr heta Sûrê berxwedana gelê me yê Bakur li hemberî dewleta Tirk a dagirker, xwînxwar, kujer, faşîst bi berdêlên mezin li ber xwe didin. Ew berxwedan û Şoreşa Rojava komploya nawneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd vala derxist.
Li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn êrîşên leşkerî, sîyasî, aborî û bîrdozîyê berdewam dike. Îro têkoşîna azadîya gelan ji mirov û gelên azadîxwazan tiştekî dixwaze: Xwedîderketina Şoreşa Rojava û serkeftinên wê û xwedî derketina berxwedana Bakurê Kurdîstanê.
Di dawîyê de em dîsa komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin û berxwedana Îmralî û gelê me jî slav dikin.
Bimre komplogerên 15’ê Sibatê, bijî berxwedana Gelan.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî.
Bijî berxwedana Bakurê Kurdistan.
Şehîd Namirin.”