KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kirin, gel li ber xwe dide
Li navçeya Geverê bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin. Gel bi xweparastinê ve bersiv da êrîşa polîsan, berxwedan li her derê belav bû. -
Rojnamevan Erdemîr û Gulmez hatin binçavkirin
Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Gun Radyoyê Ahmet Gulmez li pêşiya Mêrdînê piştî kontrola nasnameyan hatin binçavkirin. -
Gerîlayan li Amedê rê girtin, nasname kontrol kirin
Gerîllayên HPG/YJA Starê li nêzî gundê Baytê yê li ser rêya Amed-Farqînê, rê girtin û nasname kontrol kirin. -
Li Êlihê polîsan êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kirin
Gelê li Êlihê komploya 15’ê Sibatê protesto dikir rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Li bajar pevçûn didomin. -
Çete û dewleta Tirk bi hev re êrîşî gundên Efrînê dikin
Çeteyên Ehrar El-Şam û El-Nusra û hêzên dewleta Tirk êrîşî gundên Meryemîn û Enab ên Kantona Efrînê dikin. -
Ji Sariyildiz ji NY, KE û DCN’ê re nameya ‘Cizîrê’
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkîldarî qetlîama Cizîrê ji Sekreterya Giştî ya NY, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şand. -
15'ê Sibatê li Mêrdîn û Şirnexê hat şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya navendî ya Mêrdînê hat şermezarkirin. Li Silopiyayê jî banga sekinandina jiyanê hat kirin. -
YPG: 8 çete hatin kuştin
Di çalakiyên li bakur û rojhilatê Helebê yên li hemberî çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam de 7 çete hatin kuştin. Li kantona Kobanê jî çeteyek hat kuştin. -
Berdevkê YPG’ê îdîayên Tirkiyeyê derewandin
Berdevkê YPG'ê yê Kantona Efrînê Firat Xelîl îdîayên dewleta Tirk ku dibêjin ‘Yekîneyên YPG û yekîneyên Ceyş El-Siwar êrîşî Tirkiyeyê kirine’ derewandin û got ku dewleta Tirk ji ber pêşveçûna Ceyş El-Siwar a li bakûrê Helebê aciz bûye. -
Cenazeyê endamê YPS'ê Kazici hat veşartin
Mûrat Kazici yê YPS'yî ku li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, bi merasîmeke ku bi hezaran kes lê amade bûn, hat veşartin. -
Li Nisêbînê du teqînên mezin
Li taxên berxwedanê yên Nisêbînê ku dorpêç dewam dikin, 2 teqînên dijwar pêk hatin. -
Li Amedê 9 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Rezanê polîsan bi ser malan de girtin û Hevseroka Meclîsa Gel a Taxa Kaynartepeyê Netîce Aslan jî di nav de 9 kes kirin binçavan. -
Malbatên nikarin cenazeyên xwe rakin bang li dewletê kirin: Ji xaka me derkeve!
Malbatên nikarin cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê rakin, berxwedan û çalakiya xwe ya nobedê bi hefteyan e didomînin. Malbatên cenazeyên zarokên xwe dixwazin, ji bo rakirina dorpêçiya li Sûrê bang kirin. -
Artêşa Tirk êrîşî Rojava dike
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên duh bi topên obusê li hemberî gundên Maranaz û Minix ên Ezazê da destpêkirin, îro jî dewam dike. -
Fermandarê Ceyş el-Siwar: Artêşa Tirk çeteyan koordîne dike
Fermandarê Ceyş el-Siwar El-Benyawî diyar kir, çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, bi koordîneya artêşa Tirk êrîşî çeperên wan kirine. -
Li Agiriyê 7 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Avkevirê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Îbrahîm Yaşar jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. -
Însiyatîfa Gel a Amedê: Roja 15'ê Sibatê bila her kes dakeve qadan
Însiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir, ku tevlî çalakiyên protestoyî yên li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bibin. -
Ji bo şermezarkirina komployê gel ji Hesekê bi rê ket
Ji duyemîn mezintirîn bajarê Kantona Cizîrê Hesekê, gel ji bo tevlî meşa şermezarkirina komployê ya li Dirbêsiyê bibe, bi konvoyeke ji sedan wesayît ket ser rê. -
Pîr û dayikên Elewî komkujiya li Cizîrê şermezar kirin
Pîr û Dayikên Elewî yên Dêrsimî, ji bo berxwedana gel li cih bibîne hatin Nisêbînê û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Pîr û dayikan, komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, şermezar kirin. -
Komploya 15'ê Sibatê li Mîdyatê hat şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Mîdyatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
Dayikên Aştiyê ji bo Sûrê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Dayikên Aştiyê, ji bo şermezarkirina êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk li Sûrê dikin, xwestin bimeşin. Lê belê hêzên dewleta Tirk nehiştin dayik bimeşin. Li ser vê yekê dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
PDK'ê ketin û derketina Hewlêrê li Mexmûriyan qedexe kir
Şêniyên li Wargeha Mexmûrê dijîn, ji bo nikaribin tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî 15'ê Tebaxê bibin, ketina û derketina Hewlêrê ji bo du rojan li wan hat qedexekirin. -
5 cenazeyên din şandin Xabûrê
Ji taxa Cûdiyê, ku hêzên dewleta Tirk bi rêbazeke wehşî komkujî lê kirin, duh 5 cenazeyên din rakirin depoya hewaya sar a Deriyê Sînor ê Xabûrê. -
Li Cizîrê xanî hînê tên şewitandin
Li Cizîrê, tevî daxuyaniya "operasyon qediya ye" ya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Efkan Ala, li taxên Sûr û Cûdî hînê jî xanî ji aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin. -
Li Qoserê polîsan êrîşî protestoya 15'ê Sibatê kirin
Li Qoserê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî meşê kirin.