5 cenazeyên din şandin Xabûrê

Ji taxa Cûdiyê, ku hêzên dewleta Tirk bi rêbazeke wehşî komkujî lê kirin, duh 5 cenazeyên din rakirin depoya hewaya sar a Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Ji taxa Cûdiyê, ku hêzên dewleta Tirk bi rêbazeke wehşî komkujî lê kirin, duh 5 cenazeyên din rakirin depoya hewaya sar a Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Cenazeyên kesên li taxên Sûr û Cudî yên navçeya Cizîr a Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê de bi hovitî hatin qetilkirin, ji bajarên cuda re tê şandin. 

Cenazeyên 5 kesên ku duh ji Taxa Cudî hatin rakirin, ji bo karên otopsiyê şandin depoya hewaya sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê. Li Silopiyayê hejmara cenazeyên ku ji bo otopsiyê tê rawestandin bû 48. Duh, cenazeyên Abdulselam Tûrgût û Mûrat Kazici ji aliyê malbatan ve hatibûn teşxîskirin û wergirtin.