Dayikên Aştiyê ji bo Sûrê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Dayikên Aştiyê, ji bo şermezarkirina êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk li Sûrê dikin, xwestin bimeşin. Lê belê hêzên dewleta Tirk nehiştin dayik bimeşin. Li ser vê yekê dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, li dijî dorpêçî û komkujiyên li Sûrê, li ber avahiya komeleya xwe li hev civiyan.

Dayikên ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandên reş bi serê xwe ve girê dan û kincên reş li xwe kerin. Dayik piştî ku li komeleyê kom bû ber bi Sûrê ve dest bi meşê kirin. Polîsan li kolana Hatboyu pêşî li dayikan girtin. 

Dayikên ku hatin astengkirin ji bo şermezarkirina helwesta polîsan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.