Li Qoserê polîsan êrîşî protestoya 15'ê Sibatê kirin

Li Qoserê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî meşê kirin.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, welatiyên li taxa Mezopotamyayê li hev civiyan, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, çalakiyek lidar xistin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê li Mala Gel a Mezopotamyayê, welatiyan bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Di dema meşê de dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Girseya gel dema gihaşt taxa Ersoyê, polîsên Tirk êrîşî wan kirin.

Polîsan bi ava şid, gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîş kirin. Gel jî bi kevir û molotof kokteylan bersiv da êrîşa polîsan.