KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji ‘Hunermendên Ji Bo Aştiyê’ piştgirî ji bo akademîsyen û Kurdan
Seroka Hunermendên Ji Bo Aştiyê Stîna Bengs bal kişand ser mafên bingehîn ê geekî, wiha got: “Em zextên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd protesto dikin.” -
Nasnameya cenazeyekî li Mêrdînê diyar bû
Nasnameya cenazeyekî li navçeya Cizîrê ê ji aliyê hêzên dewletê ve di jêrzemîna avahiyê de bi çekên giran hat qetilkirin û birin Mêrdînê diyar bû. -
Çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin: Sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 11’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê êrîşî rojhilatê gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarê Eyn Îsa û Qereqozax a girdayî Kobanê kirin. -
Li Kolana Bostanci 26 kes hatine înfazkirin
Di avahiya li Kolana Bostanci ya li Cizîrê de derket holê ku 15 jê birîndar 26 kesên 19 rojan li benda alîkariyê bûn hatine înfazkirin. -
Malbatên ji bo teşhîsê rawestiyan paş de hatin şandin
Malbatên ji bo 36 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Deriyê Sînor ê Xabûr ê teşhîs bikin hatin, hatin vegerandin. -
Meşvan li Parlamentoya Eyaleta Saarlandê ne
Meşvanên dirêj parlamentoya eyaletê ya Saarlandê ziyaret kirin. -
Li Kanadayê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ji rayedarên dewlete re hatin vegotin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê bi hikûmeta Kanadayê re rêzehevdîtin pek anîn û bal kişandin ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk. -
Ji bakurê Helebê pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê dewam dike
Pêla koçberiyê ya ji gundewarên Helebê ya ber bi Kantona Efrînê dewam dike. Li gorî rayedaran îro zêdetirî hezar wesayîtî koçber derbasî kantonê bûne. -
Li Silopiyayê nasnameya 2 cenazeyan diyar bû
Ji 36 cenazeyên ku li Cizîrê hatibûn qetilkirin û şandibûn Silopiyayê, nasnameya 2 kesan diyar bû. -
Li Amedê li dijî wesayîta zirxî çalakî
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Bismil a Amedê di çalakiyek li dijî wesayîtek zirxî ya 3 polîs tê de bûn de 2 polîs kuştin, 1 jî birîndar kirin. -
Li Colemêrgê êrîşa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin
Gelê Colemêrgê ji bo komkujiya Cizîrê şermezar bike meşek lidarxist, polîsên ku êrîşî meşê kirin 3 ciwan binçavkirin. -
YPS: Serpêlek û herî kêm 14 çeteyên qesrê hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS: Di çalakiya hêzên me de Serpêlek û herî kêm 14 çeteyên qesrê hatin kuştin. Her wiha di van çalakiyan de 3 wesayîtên zirxî yên Kobra, kepçeyek û 3 mobese hatin îmhakirin. -
Jinan hovîtiya li ser bedena jinê şermezar kirin
Jinên Wanî, Êlîhî û yên Enqereyî hovîtiya li Cizîrê li ser bedena jinê pêk hat şermezar kirin. Jinan anîn ziman ku hovîtiyê li ser bedena Ekin Wanê dest pê kir û bi hovîtiya li ser bedena jinan li Cizîrê berdewam kir. -
Li Hesekê komun û meclîs civiyan
Hevserokên komun û meclîsan li Hesekê civiyan. Di civînê de pirsgirêkên di qadên parastin, perwerde û kooperatîfan hatin bidestgirtin. -
Hêzên dewleta Tirk êrîşî taxên berxwedanê yên Nisêbînê kirin
Li Nisêbînê ku berxwedan lê dewam dike, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî yên li Meydana Newrozê bi cih bûne, guleyan li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa direşînin. -
Jinên Kurd ên li Marsîlyayê bi partiya desthilatdar re ‘Cizîrê’ gotûbêj kirin
Jinên li Marsîlyayê bi çalakiya dagirkirinê ve ji parlamenter randevû girtin. Di hevdîtinê de qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Parlamenter Carlottî da xuyakirin ku qetlîaman şermezar dikin û wê rolê bigirin ser xwe. -
Komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, pêkhateyên KJA'yê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. -
Bîlançoya dawî ya komkujiya Cizîrê
Li Cizîrê, ji 138 kesên li jêrzemînên 3 avahiyan asê man 70 cenaze ji aliyê ambûlansên Şaredariya Cizîrê ve hatin derxistin. Aqûbeta 67 kesên mayî, hînê nayê zanîn. -
Malbat û parêzerên ji bo teşxîskirinê çûn tên astengkirin
Malbat û parêzerên ji bo teşxîskirina cenazeyan derketin rê, li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên astengkirin. -
Nasnameyên 3 şervanan hatin eşkerekirin
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Girtiyên PAJK'î komplo lenet kirin, berxwedana xwerêveberiyê silav kirin
Girtiyên PAJK'î, komploya 15'ê Sibatê lenet kirin û banga "Divê em xwedî li berxwedana Cizîr û Sûrê derkevin" kirin. -
Komalên Ciwan: Hemû ciwanên bi namûs û wijdan divê tevlî YPS'ê bibin
Koordînasyona Komalên Ciwan, li ser komkujiyên AKP li Cizîr û gelemperiya Kurdistanê dike de daxuayniyek weşand û banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kir. -
22 malbat hatin Silopiyayê
Ji bo 36 cenazeyên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Silopiyayê, 22 malbat hatin navçeyê. -
Li Nisêbînê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
Li Nisêbînê nûçegihanê wêneyan ê Fransî Gael Cloarec û nûçegihana malpera siyasihaber.org Dûygû Yildiz di dema şopandina nûçeyê de hatin binçavkirin. -
Malbatên xwestin biçin taxên Cûdî û Nûrê hatin binçavkirin
Malbatên xwestin biçin taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê, ku dewleta Tirk lê komkujî kiriye, hatin binçavkirin.