Li Colemêrgê êrîşa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin

Gelê Colemêrgê ji bo komkujiya Cizîrê şermezar bike meşek lidarxist, polîsên ku êrîşî meşê kirin 3 ciwan binçavkirin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Colemêrgê ji bo komkujiya Cizîrê şermezar bikin li ser Pira Katramas a Taxa Karşiyakayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Tax ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Bajêr ê DBP'a Colemêrgê Huseyîn Armut axivî û li hemberî komkujiyan banga têkoşînê kir. Piştî meşê girseya ku xwest ber bi navenda bajêr ve bimeşe bi guleyên plastîk û ava şid rastî êrîşe polîsan hatin. Di dema êrîşê de du ciwanên ku di rê de dimeşiyan hatin binçavkirin. Ciwanek din ê ku bertek nîyanî binçavkirinê da jî ji rûyê xwe bi guleya plastîk hate birîndar kirin û hate binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.

Her wiha guleya plastîk li piyê Hevserokê Navçeya Navendê ya HDP'a Colemêrgê Asim Ozcan jî ket.

Di dema çalakiyê de, wesayîtên polîsan ji bo ku dîmen nekişînin li rojnamegeran qelibî.