Malbatên ji bo teşhîsê rawestiyan paş de hatin şandin
Malbatên ji bo 36 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Deriyê Sînor ê Xabûr ê teşhîs bikin hatin, hatin vegerandin.
Malbatên ji bo 36 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Deriyê Sînor ê Xabûr ê teşhîs bikin hatin, hatin vegerandin.
Malbatên ji bo 36 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Deriyê Sînor ê Xabûr ê teşhîs bikin hatin, hatin vegerandin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi dozgerê karên otopsiyê dimeşand re hevdîtin pêk anî, got dozger agahî daye ku wê heta roja Înê cenaze were û karên teşhîsê jî heta tevahî cenaze werin û dûv re wê bidin destpê kirin. Karên otopsiyê yên 36 cenazeyên ji birîndarên li navçeya Cizîr a Şirnexê di jêrzemînan de ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin li Silopiyayê dewam dike. Di otopsiya li depoya hewaya sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê de nasnameya 2 cenazeyan eşeker bû. Hat eşkerekirin ku ceneza yên Abdûlselan Turgut û Murat Kazici ne.
Malbatên ji bo teşhiskirina cenazeyan rawestiyane jî ji aliyê dozger paş de hatin şandin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi dozgerê karên otopsiyê dimeşand re hevdîtin pêk anî, got dozger agahî daye ku wê heta roja Înê cenaze were û karên teşhîsê jî heta tevahî cenaze werin û dûv re wê bidin destpê kirin. Li ser vê malbat ji Xabûrê vegeriyan Silopiyayê.
û