Li Hesekê komun û meclîs civiyan

Hevserokên komun û meclîsan li Hesekê civiyan. Di civînê de pirsgirêkên di qadên parastin, perwerde û kooperatîfan hatin bidestgirtin.

Hevserokên komun û meclîsan li Hesekê civiyan. Di civînê de pirsgirêkên di qadên parastin, perwerde û kooperatîfan hatin bidestgirtin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku “Eger Kurdistan statuyekê nestîne pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nikarin bên çareserkirin” û hat diyarkirin ku divê YPG/YPJ bê mezinkirin.

Di sîwana Meclîsa Bajarê Hesekê de bi tevlîbûna hevserokên komun û meclîsên tax û gundan ve civînek hat lidarxistin. Di civîna 470 kes tevlî bûn de Hevserokên Meclîsa Bajêr Alî Ferman, Yûsra Îlyan, Wezîrê Karên Hundir Kenan Berakat, Endama Koordînasyona Rêveberiyên Xwecîhî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê Berîvan Yûnis, Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Adalet Omer û Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Reşît Alî jî amade bûn.

ELÎ: KURD NEBIN PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN NAYÊN ÇARESERKIRIN

Reşît Elî pêvajoya siyasal û civîn nirxand, wiha got: “Em ê pirsgirêkan bigirin dest û bi şertê çareseriyê bi xwe dîtinê ve em îro civiyan e. Ji bo em karibin pirsgirêkan bi gelê xwe re çareser bikin di serî de Hesekê, me dest bi pêngavekê kir. Ji ber vê jî em ê bi hev re li pirsgirêkan guhdar bikin û çareseriyê bibînin. Ji ber ku ked û têkoşînek mezin li holê heye. Divê em xwedî lê derkevin. Dîsa em ê karibin wisa xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê em pêşketinên di qada leşkerî û dîplomasiyê de li ser masê dînin. Tenê bi vî awayî em ê karibin pirsgirêkan fêm bikin û çareseriyê jê re bibînin.

Hêzên koalîsyonê behsa pêngavek Misûl û Reqqayê dikin. Eger hêzên koalîsyonê statuya Kurdistanê qebûl bikin, avakirina neteweya demokratîk qebûl bikin em ê karibin hewldanek hevpar pêk bînin. Ev ji bo Rûsya jî derbasdar e. Rûsya û DYA her tim dibêjin em bi DAIŞ’ê re têkoşînek hevpar bimeşînin, lê çareseriyek siyasî ya hevpar naynin ziman. Ji ber vê Kurd li Cenevre-3 qebûl nekirin. Lewre jî ti civînek ku Kurd tevlî nebûne nikarin çareseriyekê pêş bixînin. Eger Kurd statuyekê negirin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî nayên çareserkirin. Tiştê pêwîst jî her tim têkoşîn û rêxistinbûyîn e. Em ê bi pêngava xwe ya leşkerî ve rêxistinbûyina xwe jî fireh bikin. Her wiha dewleta Tirk digot, ‘em ê nehêlin YPG Feratê derbas bike.” Me Ferat derbas kir û armanca me jî tevahî kanton bi hev ve girêdan e. Ji ber vê jî Hesekê bajarekî girîng e. Jixwe ji ber vê hinekan her tim hewl dan Hesekê veguherîne Kobanê. Lê we ev asteng kirin. Ango em li Hesekê bi ser kevin, em ê li Rojava jî serketî bin.”

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Elî di axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir, wiha got: “15’ê Sibatê komployek li hember me tevahiya ne. Em ê îxanetkarên xwe ti carî ji bîr nekin.”

BERAKAT: DIVÊ EM YPG/YPJ’Ê MEZINTIR BIKIN

Wezîrê Karên Hundir Kenan Berakat jî di civînê de axivî, wiha got: “Civaka Sûriyeyê civakek kombûyî ye. Komên terorî hewl didin vê xera bikin. Li Dêrikê çawa Erebek heye, li Reqqayê jî Kurd heye. Îro li avahiyek çar qatî ya li vî bajarî ji her neteweyî gel heye. Li Dera Zorê jî hebû. Lê ji ber avahî xera bûn, pêkhateya civakî jî xera bû. Kê li Rojava vê parast; YPG/YPJ’ê parast. Lê, Artêşa Sûriyeya Azad a qaşo digotin ‘em şoreşger in’, Cephet El Nûsra man, na. Ji ber vê jî divê em YPG/YPJ’ê mezin bikin. Divî em îspat bikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne tenê artêşa Kurdan e. Ji ber vê jî divê em nîşan bidin ku bê kak î şoreşgerên rast in, kî gelê Sûriyeyê diparêze, ev jî êdî derketiye holê.

Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.