Hêzên dewleta Tirk êrîşî taxên berxwedanê yên Nisêbînê kirin

Li Nisêbînê ku berxwedan lê dewam dike, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî yên li Meydana Newrozê bi cih bûne, guleyan li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa direşînin.

Li Nisêbînê ku berxwedan lê dewam dike, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî yên li Meydana Newrozê bi cih bûne, guleyan li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa direşînin. Ji ber gulereşandinê xisar li dehan malan bû.

Duh bi şev jî ji maşînên zirxî bi çekên giran gule li taxên Kişla, Zeynelabîdîn, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle û Firatê hatin reşandin.