Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) encamên şerê bi hêzên dewleta Tirk re eşkere kir.
Di daxuyaniya YPS’ê de wiha hat gotin: “Berxwedana me ya li dijî êrîşa topyekun a hikûmeta AKP’ê ya faşîst li dijî bajarên gelê me yê xwerêveberî hatiye îlankirin bê navber didome û bi çalakiyên windahiyên giran dide çeteyan jî dewam dike. Di çalakiyên hêzên me de Serpêlek û herî kêm 14 çeteyên qesrê hatin kuştin. Her wiha di van çalakiyan de 3 wesayîtên zirxî yên Kobra, kepçeyek û 3 mobese hatin îmhakirin. Dîsa di van çalakiyan de mertalekî pola ji aliyê hêzên me hatiye desteserkirin.”
Koordînasyona Giştî ya YPS têkîldarî detayên çalakiyan ev agahî parve kir:
“9’ê Sibatê êvarî saet 09.45’an yekîneyên me yên berxwedanê dema wesayîtek zirxî ya Kobra di Taxa Cûmhûriyet a navenda Şirnexê re derbas dibû çalakî li dar xistin, wesayîta Kobra bi temamî hat îmhakirin û 4 tîmên taybet hatin kuştin. Di heman saetan de li Qada Omer Kabak a Taxa Cûmhûriyetê jî mobeseyek hat îmhakirin.
Çeteyên qesrê 3 rojan li Hezexê taxên Yenî û Tûrgût Ozal bê navber gulebaran kirin.
10’ê Sibatê 05.00’an de yekîneyên me yên berxwedanê li wesayîta zirxî ya Kobra ku li ber nexweşxaneya kevn hatibû bicihkirin dan. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di vê wesayîtê de polîsek hatiye kuştin.
10’ê Sibatê danê êvarî çeteyên tîmên taybet li Taxa Esentepe ya Geverê ciwanê bi navê Osman Alici qetil kirin. Li vir li hemberî çeteyên hewl dan êrîş bikin yekîneyên me yên berxwedanê ew bê bandor kirin û çete neçarî revê man. Çeteyên reviyan zerar dan wesayîtên gel, di nêzî 15 wesayîtan de xisara madî çêbû.
Di heman rojê danê êvarî ji saet 20.00’an heta danê sibehê saet 09.15’an dijmin ji Tabûra Efeler, taxên Kişla, Orman, Esentepe, Mezarlik, Gungor û Cûmhûriyet bê navber da ber hewanan.
Dîsa di heman rojê saet 04.00’an de çeteyên li nêzî Mînareya Çar Ling hewl dan pêş de biçin rastî bersiva hêzên me hatin.
Li vir destpêkê Serpêlek tê kuştin. Dîsa 2 leşkerên ji aliyekî din tê tên kuştin.
Dîsa kepçeya ji Kolana Karadenîz hewl da rêyek nû veke rastî bersiva hêzên me hat.
10’ê Sibatê di navbera taxên Gundogdu û Vakifkent ên navenda Şirnexê, hêzên me 2 mobese îmha kirin.
Her wiha 10’ê Sibatê saet 03.30’an li nêzî otogara mezi di çalakiya li hember 2 tîmên taybet de her du tîmên taybet hatin kuştin.
11’ê Sibatê saet ji 07.00’an ve li taxên Esentepe, Gungor, Cûmhûriyet, Mezarlik, Kişlayê şerên dijwar derketin. Li Taxa Esentepe dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya Kobra de çalakiyek hat lidarxistin. Detayên vê çalakiyê wê piştre bê ragihandin.
Di heman rojê saet di navbera 08.00-09.00’an de li Amed Sûrê dema çeteyan hewl dan di ber Mînareya Çar Ling pêş de biçin bûn hedefa hêzên me. Li vir hê jî miriyekî çeteyan heye. Hêzên me mertalekî pola yê li ser vî polîsî desteser kirin.
Dîsa di heman cihî de bi heman çalakiyê çeteyekî din jî hate kuştin.”
YPS BANGA TEVLÎBÛNA REFÊN BERXWEDANÊ KIR
YPS’ê diyar kir ku berxwedanên Sûr a di roja 73. de û Cizîr a di roja 61. de ji niha ve cihên xwe yên di dîrokê de girtine, wiha dom kir: “Berxwedana gelê me ya bersiva li dijî qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî ya rejîma qesra faşîst a mêtinger li ser Kurdistanê dimeşîne, li Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever, Hezex û Nisêbînê bi tevahî heybeta xwe ve bi hê biryartir û xurttir bi ruhekî têkoşînê ve didome.
Fermana Islahatkirina Şarkê ya rejîma qesrê ya faşîst û mêtinger hewl dide dîsa bixe meriyetê, gihiştiye asta qirkirina civakî ya herî cîdî. Ew ê hesabê wê ji rejîma dîkta ya li Cizîrê destpêkê mirov tî û birçî hiştin, piştre bi benzînê şewitandin bê pirsîn. Divê bi dirûşmeya, ‘Her Der Sûr Her Der Cizîr Her Der Berxwedan’ ve her kes li her cihê ku lê ne piştgiriyê bidin berxwedanê. Qedera ciwanên Kurdan êdî ne li dibistanan, li kolanên Sûr û Cizîrê tên nivîsandin. Li ser vî esasî em bang i tevahî ciwanên Kurdistanê dikin ku bi ruhê berxwedanê yê Sûr û Cizîrê ve tevlî serhildan û refên berxwedanê bibin.”