KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî komploya navneteweyî Kurd diherikin Strasboûrgê
Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd 17 sal li dû xwe hişt. Kurdên li Ewropayê dijîn, îro li Strasboûrgê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" meş û mîtîngeke mezin lidar dixin. -
Li Riha û Dîlokê operasyonên qirkirina siyasî
AKP a bi rêbazên wehşî li Kurdistanê komkujiyan dike, di heman demê de operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Di vê çarçoveyê de li Dîlokê 12 kes hatin girtin. Li navçeya Riha Bêrecûkê jî 13 kes hatin binçavkirin. -
2 ji cenazeyên li Mêrdînê hatin teşxîskirin
Ji 17 cenazeyên li Cizîrê hatin înfazkirin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, nasnameyên 2 cenazeyan zelal bûn. -
Polîsên Tirk nehiştin wekîlê HDP'yî bikeve Erdîşê; wekîl çalakiya rûniştinê dike
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, ji ber ku polîsên Tirk nahêlin ew derbasî nava navçeya Erdîşê bibe, rê li çûn û hatinê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
'Mirin çêtir e ji temaşekirina li mirinê'
Endamê DEM-GENÇ'ê xwendekarê Zanîngeha Çanakkaleyê Yakûp Yalçin ê li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin got, "Ji bo min, mirin ji temaşekirina li mirinê çêtir e." Yalçin heta kêliya dawî li ber xwe da. -
40 cenaze ji Cizırê şandin bajarên din
Ji mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin înfazkirin, cenazeyên 40 kesan şandin Mêrdîn, DÎlok û Silopiyayê. -
Yên di 15'ê Sibatê de zarok bûn îro gerîla ne
Ciwanên Kurd ên di dema komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de zarok bûn, îro gerîla ne û li nava refên têkoşînê ne. -
Li Şirnexê protestoya 15'ê Sibatê
Komploya 15'ê Sibatê ya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Yeşîlyûrt a berxwedana xwerêveberiyê hat şermezarkirin. -
Gerîla: Li hemberî komployê berxwedaneke mezin hat nîşandan
Gerîlayên HPG û YJA Starê, têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê axivîn û dan xuyakirin, ku komplo li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. -
Li Marsîlyayê sersaxiya ji bo gerîlayê HPG'ê Îshak Sonmez
Ji bo gerîlayê HPG'ê Îshak Sonmez bi nasnav Îsyan Brûsk ê di 23'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber lêdana brûskê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Fransa Marsîlyayê serdanên sersaxiyê hatin kirin. -
'Çavsoriya wan ji tirsa nava wan e'
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Mêrdîn, di salvegera 17. de komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand. Mêrdîn diyar kir, ku Rêberê wan û gelê Kurd bi her awayîve ev komplo pûç kirine. -
Fedaiyê Şex Seîd Mehê Evdê û xiyaneta sed salî - Zana Azadî
Di ser serhildana Şêx Seîd re 91 sal derbas bûn. Lê belê komkujî û êşên wê demê û yên niha weke hev in... Yên komkujiyê dikin yek in, yên rastî komkujiyê tên heman mirov in... -
YXK’ê ji bo qetlîama Cizîrê çalakî li dar xist
Xwendekarên YXK’î yên li bajarê Marbûrg ê Elmanya dixwînin, îro danê sibehê rêyên diçin fakulteya felsefe û xwaringehê bi awayekî sembolîk girtin, bal kişandin ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. -
Kurdên li Marîgnane afîş daliqandin rastî êrîşan hatin
Kurdistaniyên li bajarê Marîgnane yê Fransa ji bo balê bikşînin ser qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê li navenda bajar xebatên afîşê meşandin. -
Li ser lojmana qeymeqamtiyê ya li Nisêbînê çalakî
Li Nisêbînê li ser lojmana qeymeqamtiyê çalakiyek hat lidarxistin. Polîsek birîndar bû. -
Ciwanên Fînî dewleta Tirk protesto kirin
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û 17. salvegera komploya navneteweyî li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî hat protestokirin. -
Li Danîmarkayê roja yekem a meşa dirêj bi dawî bû
Roja yekem a meşa dirêj a du rojan ku bi armanca protestokirina 18’emîn sala komploya navneteweyî li Danîmarkayê hat destpêkirin, saet 15.00’an bi dawî bû. -
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di serokatiya hevserokan de kom bû
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di serokatiya Hevserokan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de kom bûn. -
Êşkenceya ‘lêgerîna zirav’!
Nûçegihana DIHA’yê Berîlan Îrlan a li Cizîrê bi malbatên dixwastin biçin taxên Cudî û Nur re hat binçavkirin, li qereqol û TEM’ê ‘lêgerîna zirav’ li ser ferz kirin. -
Rojnamevanên li Nisêbînê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
Li Nisêbînê yek jê Fransî 2 rojnamevanên danê sibehê hatin binçavkirin serbest hatin berdan. -
Kobanê ala şînê hildan
Îro li Kobanê bi boneya salvegera 17’emîn Komploya Navneteweyî ya li dîjî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 15 Sibata 1999’an de pêk hat, alên reş hatin hildan. -
DMME'ê rê li pêş komkujiya Cizîrê vekir
Li kolana Bostanci ya Cizîrê li gel parêzeran der barê 26 welatiyên di jêrzemînê de asê mane serî li DMME'ê da jî dîsa DMME bêdeng ma û rê li pêş qetilkirina 26 welatiyan vekir. -
Balafirên Tirk Garê bomberdûman kirin
Balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Garê bomberdûman dikin. -
Li Cizîrê şopa qetlîaman bi hilweşandina avahiyan tine dikin
Piştî qetlîamên li jêrzemînên Cizîrê yên birîndar tê de asê mabûn, ji kolana li Taxa Sûrê ya ku jêrzemîna 3’yemîn a 23 cenaze û 23 birîndar lê ne, dûman bilind dibin. -
Ji ‘Hunermendên Ji Bo Aştiyê’ piştgirî ji bo akademîsyen û Kurdan
Seroka Hunermendên Ji Bo Aştiyê Stîna Bengs bal kişand ser mafên bingehîn ê geekî, wiha got: “Em zextên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd protesto dikin.”