Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Mêrdîn, di salvegera 17. de komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand. Mêrdîn diyar kir, ku Rêberê wan û gelê Kurd bi her awayîve ev komplo pûç kirine.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 13 reşemiyê 2016, 07:08
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rewşen Mêrdîn, di salvegera 17. de komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand. Mêrdîn diyar kir, ku Rêberê wan û gelê Kurd bi her awayîve ev komplo pûç kirine.
Armanca komploya navneteweyî çi bû? Komploger gihîştin armancên xwe?
Komploya navneteweyî sala xwe ya 17. dike, dikeve sala 18. Em, zîhniyeta ku komplo plan kiriye û hedef kiriye, şermezar dikin û lenet dikin. Di serî de em vê bêjin; negihiştin armanca xwe. Ji bo çi negihiştin armanca xwe? Tê zanîn berê jî gelek serhildan di Kurdistanê de pêş ketin. Tevgera PKK’ê ev serhildan hemû şopandin û analîz kirin wisa xwe tevger kir. Di serhildanên berê de hat dîtin ku dema rêberê van serhildanan hatin înfaz kirin an jî dîl hatin girtin ev serhildan jî hatin çewisandin. Ji xwe hêzên komploger jî li ser vê zîhniyetê Rêber Apo hedef girtin û ev komplo pêş xistin. Lê berevajiyê vê derket holê. Ji ber ku Rêber Apo bi sedan mîlîtanên vê tevgerê afirandin, yên ku Rêbertî hebe nînbe jî ku bikaribin vê tekoşînê bidin meşandin. Ferqa serhildanên berê û ya PKK’ê jî ev bû. Lê hêzên komploger ev baş analîz nekirin, her wiha tişta ku wan dixwest jî pêk nehat. Komplo bi vî awayî vala derket. Lê di roja îro de ji ber ku hê jî ev fikir û ramanên Rêbertî berdewam dike, berdewama komployê jî didome. Yanî hê jî hêzên komploger yên navneteweyî û dewleta Tirkiyê berdewam dike. Em îro dibînin ku li hember Rêber Apo û PKK’ê êrîşên dijwar hene. Hê jî PKK di warê navneteweyî de di lîsteya terorê de ye. Ger ku hê jî tevgerek di lîsteya terorê de be, wê demê ji bo têk birina wê jî hewldanên wan her tim wê berdewam bike. Bê guman vê jî dixwazin di şexsê Rêber Apo de pêk bînin. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin civaka Kurd bê îrade bikin, teslîm bigirin. Em îro her tim dibêjin azadkirina Rêber Apo azadkirina civaka Kurd e, azadkirina Rêber Apo azadkirina mirovahiyê ye, em wisa digirin dest. Ji ber ku Rêber Apo tenê ji bo Kurdan têkoşîn neda, ji bo hemû Rojhilata Navîn, ji bo hemû gelên bindest têkoşîn da meşandin. Ji ber vê jî îro gelên bindest azadkirina xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de dibîne. Têkoşînek mezin hat dayîn ku heya ev felsefeya Rêber Apo îro navneteweyî bûye. Ji ber vê jî hêzên modernîteya kapîtalîst îro paradîgmaya Rêber Apo li hember xwe wek alternatîf dibîne, ku heya roja îro li hember vê îdeolojiyê şer dide meşandin. Ji bo ku vê têk bibe.
Dibe ku îro Rêber Apo di nav çar dîwaran de be, lê her tim fikir û ramanên Rêber Apo di nav tevgera azadiyê û di nav gel de zîndiye û jiyanî ye. Ji ber vê jî dibe ku di warê fîzîkî de Rêber Apo di nav çar dîwaran de be lê fikir û ramanên wî her tim azad e. Em her dem û roj bi roj şopdarê vê ne. Îro felsefe û ramanên Rêber Apo di Rojhilata Navîn de diherike. Ger îro em li Rojava, Bakur û cihên din dinêrin dibînin ku ev hemû berhemên felsefe û paradîgmaya Rêber Apo afirandiye. Ev bihara gelan e. Yên ku xwe ji dewletê xilas kiribe, rêveberiyên xwe bi xwe dabe avakirin û xwe bi xwe dide meşandin îlham ji îdeolojî û hêza Rêber Apo girtine.
Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a jina azad di civakê de û di nav jinan de encam û bandorên çawa derxist holê?
Di warê paradîgmaya azadkirina jinê de xebatên Rêbertî hebûn, xebatên ji bo rizgarkirina jinê, îdeolojiya rizgarkirina jinê, artêşbûyîna jinê, cûda cûda di nav civakê de di bin navê rêxistinên jinê de hatin avakirin. Rêbertî her tim azadkirina jinê, wek azadkirina civakê hildaye dest. Karê ku daye meşandin û perspektîfên ku pêş xistiye her tim li ser vê daye meşandin. Îro nîvê civakê, yên dînamîk, yên ku di jiyanê de, yên di her warî de ku pêşengtiyê dike jin e. Lê pergala kapîtalîst vê hêza jin berevajiyê wê dide şixûlandin. Heta ku dema Rêbertî hat girtin got; 'min her tim got pêwîste despêkê jin azad bibe, lê kapîtalîzm jî got, di despêkê jin bixe.' Ev girîng e. Îro em tenê ne li Kurdistanê, raste dema ku mirov li Kurdistanê mêze dikir, rewşa jin çawa bû, çawa dihat bikaranîn, çawa lê dihat mêzekirin, xwedî mîsyonek çawa bû, bi giştî ji xwe hatibû bê îradekirin. Ne tenê jin civaka Kurdistanê giştî wisa lê hatibû kirin. Rêbertî dibêje; 'civak hemû wekî jinê lê hatibû kirin.' Lê îro em dibînin, di nav çend salên têkoşîna Rêbertî de ev hat guhertin. Çawa ku darek hişk mirov av bidê ji nû ve şîn bike. Bi rastî jî Rêbertî ew dara hişk şîn kir. Di roja îro de jî em berhemê vê dibînin. Îro em dibînin yê ku pêşiya serhildanan de, yên bi cesaret li hember dijmin disekinin û nasnameya xwe dixwaze, dîsa jin e. Ya ku di siyasetê de di eniya herî pêş de dîsa kar dike jin e, bi kurtasî em dikarin bejin ku ew hêza jinê ya ku bi salane sîstema kapîtalîst bi kar aniye û tepisandiye, nehiştiye derbikeve hole, Rêbertî ew quwet derxist holê. Jinê quweta xwe dît û bawerî bi xwe anî. Dît ku ew jî dikare di asta herî bilind de di civaka demokratîk, ekolojîk, di zayenda azad de bijî, rola ku dikeve li ser milê xwe pêk bîne. Heta dît ku ew bi xwe dikare civakek wiha bide avakirin û pêşengtiya wê bike. Îro em dibînin ya ku pêşengtiya vê dike ji bixwe ye. Jin ew mîsyon hildaye li ser milê xwe û bi ciwanan re dimeşe. Ev jî Rêbertî anî vê astê. Yê ku em hêza xwe jê digirin, yê ku em îlhama xwe jê digirin, yê ku em perspektîfa xwe jê digirin Rêber Apo ye. Di vê komplogeriyê de xwestin vê jî têk bibin. Rêbertî got; 'ew projeya min a ku nîvçe maye pêwîste ez temam bikim.' Îro wek jin em xwedî li vê projeyê derdikevin û dixwazin bibin serî. Raste îro di warê jinê de pêşengtî heye, lê pêwîste em hê zêdetir bi rêxistin bibin, bêtir xwe ne tenê di nav jinê Kurd e, di nav hemû jinan de û di nav hemû qadan de em xwe bi rêxistin bikin. Mînak; îro di Kurdistanê de rêveberiyên xweser tên avakirin. Yên herî zêde ku karibe, tê de rol bigire û pêşengtî bike jin e. Ji ber ku ev pergal, pergala herî zêde ku jin karibe xwe di her milî de bide îfadekirin e. Dikare di milê tenduristî de xwe bide avakirin, di milê aborî de û taybet jî di milê perwerdeyê de xwe bi rêxistin bike. Civakê perwerde bike. Ji ber ku bi salane civak bê perwerde hatiye hiştin. Dijmin hiştiye ku em bê perwerde bibînin, em quweta xwe, nasnameya xwe, mafê xwe nas nekin. Ji ber vê jî pêwîste jin taybet di warê perwerdê de rol bigire û bibe xwedî mîsyon. Ji ber ku yê herî dikare di civakê de di vî warî de bibe xwedî bandor jin e. Dîsa taybet di warê parastina cewherî de dîsa jin pêwîste xwe bêtir bi rêxistin bike. Îro YPS-Jin hatiye avakirin. Lê pêwîst bû ev hê zûtir ava bibûya. Ji ber ku pergala AKP’ê ya faşîst ya ku herî zêde jin dike hedef, ya ku herî zê de jinê dixe, li hember vê pêwîstbû hê zûtir ev pêk bihata. Lê dîsa jî ne dereng e. Mirov dikare vê xurtir bike. Di vî warî de jî xwe bi hêz bike û bi rêxistin bike, ji bo ku bikaribe pergala xwe bide avakirin. Ji ber ku di vê demê de, di dema ku AKP bûye desthilatdar de herî zêde jin hatiye qetil kirin û herî zêde jin hatiye çewisandin. Heta dibêjin ku di vê demê de di nav têkoşîna xweseriya demokratîk de herî zêde jin hatin sûîkastkirin û ev jinan piraniya wan malzaroka wan hatiye xistin. Ev tiştekî bizanebûne, wisa vala vala nayê qetilkirin. Ev zîhniyet çi dide îfadekirin em hemû dizanin. Ji ber vê jî ji bo ku em bikaribin li hember vê zîhniyetê tekoşîn bidin meşandin, pêwîste di nav vê têkoşîna xweseriya demokratîk de em di asteke aktîf cih bigirin û ji bo azadkirina Rêbertî jî, em jin çiqas bi rêxistinkirîbin, çiqas em bikaribin di her milî de xwedî helwestbin û îrade bin, em ê ewqas bikaribin şertên Rêbertî bidin guhertin. Em bala xwe bidinê, çima ewqas dijmin ji Rêbertî ditirse, nahêle yek axaftinek Rêbertî derbikeve derve. Ji 5’ê Nîsana sala 2015’an heya roja îro yek agahiyek ji Rêbertî nehatiye girtin. Ji ber ku yek gotinek Rêbertî ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê, gelê Tirkiyê, ji bo giştî Kurdistanê quweteke, baweriyek û perspektîfek cidiye. Dewlet jî vê weke tehdît li hember xwe dibîne. Ji bo ku ev pêş nekeve, di navbera me û Rêbertî de têkîlî çênebe ewqas astengî çêdikin û dîwaran ava dikin. Lê pêwîste em werin astek wisa ku 24 saetan em bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin. Felsefe û îdeolojiya wî em jiyanî bikin. Dema ku te ev jiyanî kir, wê demê wateya tecrîdê jî namîne. Tişta ku dikeve li ser milê jin ev e. 24 saetan Rêbertî re jiyan kirine.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ku komploya navneteweyî vala hat derxistin, li gor we komplo çawa vala hat derxistin?
Min berê niha jî gotibû, vala derxistina komployê, di roja yekemîn de têkoşîna ku Rêbertî da meşandin, xwedîderketinek mezin ya gelê Kurd û têkoşîna ku di çiya de hat meşandin komploger vala derxistin. Wan wisa difikirîn; dema ku Rêbertî hat girtin şûnde, di nav 2-3’ê mehan de wê rêxistin belav bibe. Ev têkoşîn wê têk biçe. Lê sekna Rêbertî, têkoşîna Rêbertî û ya gel giştî nehişt ku ev komplo bi serbikeve. Di roja îro de em dibînin ku gelê Kurd bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî ve hatiye asta herî jor û xwe birêxistin kiriye. Mafê xwe dixwaze û xwedî Rêbertiya xwe derdikeve. Em dikarin bêjin ku Rêbertî ji her demê zêdetir bi hêze û xurt e. Vê komploger jî dibînin. Ji ber vê ewqas êrîş dikin. Îro ya ku li Rojava bi ser ketiye, encamê ked û têkoşîna Rêbertiyê ye. Ger ku Rêbertî ew gel perwerde nekiriba, pêşeng û şoreşger neafrandiba îro dibû ku me nikaribûya şoreşek wisa derbixin holê. Ger îro li Bakurê Kurdistanê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê dayîn, ev hemû bîr û baweriya ku Rêbertî daye afirandine. Ev jî dihêle ku komploger vala werin derxistin. Wan digot; 'em ê Kurdan bê îrade bikin, kole bikin, her tim di bin îxtîdara xwe de bêhêlin.' Lê belê îro em dibînin ew leyîstok, ew fikra wan têk çûye. Fikrê azadî bêtir hatiye rêxistin kirin û bawerî bêtir hatiye pêş xistin. Îro ji her demê zêdetir gelê Kurd bûye xwedî îrade û bûye xwediyê fikrê azad. Her wiha li ser vê fikrê dimeşe. Yên ku digotin em ê wan bê îrade bikin, îro hemû jî vala hatine derxistin. Her wiha Rêbertî jî vê ji xwe diyar dike. Komplo zûde vala hatiye derxistin. Di aliyê din de deshilat ji bo komployê pêk bînin hê jî di nav hewldanan de ne. Di vî aliyê de komplo berdewame. Ger ku îro ev qas bi awayekî hovane li ser Kurdan de diçin, êriş dikin, Rêbertî di bin tecrîtê de ye, ku ev jî bi destê AKP’ê tê kirin, bi destê wan ev qas qetlîam û kuştin li ser Kurdan tê meşandin û tu dewlet jî dengê xwe dernaxîne, wê demê diyare ku komlo berdewame. Di bin navê ku PKK kirine lîsteya terorê, mafdar kiriye, tu wî bikûjî, wî bê îrade bikî, tu çi bikî ew meşrû kiriye. Ev jî berdewamiya komployê ye. Lê ew di ferqa vê de nînin. Gelê Kurd di rêya Rêbertiya xwe de rastiya komplo û komplogeran baş nas kiriye. Em ê destê xwe nerakin. Em ê zêdetir xwe xurt bikin, xwe bi rêxistin bikin, pergala xwe ya xweser bidin avakirin û xwe bixwe bi rêve bibin. Ger ku em hatine vê astê, gelê me helwesta xwe di vî milê de diyar kiriye, tu sazî û dezgehên dewletê ji bo xwe pêwîst nabîne, bixwe saziyê xwe dide ava kirin û ev baweriya ku girtiye li gor min ji xwe komplo zûde vala hatiye derxistin.
Di roja me ya îro de bandorên komployê çi ne? Li hember berxwedanên xweseriya demokratîk, bi taybetî êrîşên li ser Cizîrê di salvegera komployê de hatin kirin, hûn vê çawa dinirxînin?
Komplo ketiye sala 18. Her tim ji bo dijmin ev meh pir girîng e. Di vê mehê de her tim ji bo xwe kiriye armanc ku îradeya gelê Kurd bide şikandin. Ji ber vê jî hemû êrîş û komployên xwe dixwaze di vê mehê de pêk bîne û encam bigire. Çima? Ji ber ku di vê mehê de xwest ku bi rêya tesfiyekirina Rêbertî gelê Kurd bê îrade bike, lê ev bi ser neket. Ji ber vê jî her sal êrîşên xwe dijwar dike. Îro li Sûr heya Cizîr, Silopiya, Gever bi kurtasî cihên ku têkoşîn lê tê meşandin, dijmin bi her awayî êrîş dike. Teknîka ku li hember vê têkoşînê tê bikar anîn, li gor hemû qanûnê şer bin pê dike, bajarên Kurdistanê xera dike, tenê ne di warê fîzîkî de, dixwaze dîroka Kurdan ji holê rabike, di milê çandî de jî dixwaze qetlîman pêk bîne. Li cizîrê bi awayek hovane li ser gel de çû, li ser ciwanên me de çû, mafê mirovan yên gerdûnî jî nas nekir. Di bin bodrûman de birîndar qetil kir. Tenê ne dewleta Tirkiyê, îro li Ewropa dadgeha mafên mirovan ku bawerî daye hemû gelen ku ew ê mafê her kesekî biparêze. Lê belê di şexsê Cizîrê de derket ku ew jî hevparê vê pergalê ye. Ew qanûnên ku wî derxistiye, ne ji bo mirovahiyê ye, ne ji bo kesên dij dewletê ye. Qanûnên wî jî ji bo pergala dewlet parêze. Ew mafê jiyanê ji bo wan însanan nade. Li gor min pêwîste ew navê mafên mirovan jî were guhertin. Tenê ji bo parastina pergala dewletê tê bi kar anîn. Ev kirinên ku îro tên meşandin, di serdema navîn de jî nehatiye kirin. Di bodrûman de mirovan dorpeç kirin û qetil kirin. Pêwîste gelê me jî baş van nas bike. Heya em bi xwe pergala xwe ava nekin, mafê xwe neparêzên kes ji bo me nake. Pêwîste çavên me ne li derve be. Ew dewletên Ewropane, ew pergal bi xwe ye ku îro Rêberê me kirine di nav çar dîwaran, ev zîhniyet bi xwe ye. Ji ber vê jî ev zîhniyet îro alîkarî nade Kurdan. Berevajiyê vê ji bo Kurdan tine bikin hê jî di nav hewldanan de ne. Ji ber vê jî dixwazin di vê mehê de Kurdan bê îrade bikin. Ji xwe navê vê operasyona ku li Cizîrê dane despê kirin jî kirine operasyona paqijkirine. Kesên ku derveyê wan derbikeve, kesên ku derveyê pergala wan derbikeve hemûya bikujin. Armanca van operasyona bê îradekirina Kurdan e. Komplo hatiye asteke wisa ku êdî ti mafan û qanûnan nas nakin. Her awayî mafê mirovan bin pê dikin û her cure êrişên hovane ve tên ser Kurdan. Tenê ne li Cizîrê, li qadên parastina medya jî heman êrişan pêk tînin. Çek û teknîka herî hovane, ya ku pêwîste li hember tu zindiyê neyên şixûlandin li ser Kurdan û tevgera azadiyê pêk tînin. Bi van kirinan ve dixwazin komployê di vê mehê de bigihijînin encam. Lê vê jî nizanin, ku ger tu li ser de biçî yên li hember te jî xwe bi tevger dike û xwe bi rêxistin dike. Ger ku îro gel li her derî xwe bi rêxistin dike, xweseriya xwe îlan dike, gihiştiye wê astê û îradeyê. Dide nîşandan ku ev êriş hemû ji ber tirsa wan û panîka wan e. Tê xuyakirin ku ev pergal diheje, wê hilweşe. Ji bo ku emrê xwe dirêj bike hewldanên dawî ne. Lê ev ne çareseriye ji bo wan. Ew çi bikin wê têk biçin. Cuda rê ji bo wan tine ye. Wê îradeya gel bi ser bikeve.
Li gorî we li hember tecrîda ev 17 sal in dewam dike û ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîstî bi nexşerêyeke çawa heye?
Ya herî esasî ji bo ku ev komplo vala were derxistin ew e ku gelê Kurd di her astê de bikaribin xwe bi rêxistin bikin. Li Ewropa dibe, li metropolan dibe, li her çar perçeyên Kurdistanê dibe ku li ku derê dibe bila bibe pêwîste Kurd xwe bi rêxistin bikin. Çalakiyên curbe cur pêwîste werin kirin. Îro ger dijmin ewqas li ser Rêbertiyê û gelê Kurd de diçe bê guman ev ji tirsa paradîgmaya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî ya herî girîng ku di perspektîfa paradîgmaya Rêber Apo de xwe bi rêxistin kirin pêwîste. Lê ji bo serketinek mayîn de, ji bo ku ev deshilatdarî bi giştî li bin bikeve tenê ne gelê Kurd, pêwîste em gelên din jî bi rêxistin bikin. Tevgerên sosyalîst hene, çepgir hene hwd. Pêwîste ev hemû werin bi rêxistin kirin. Her ku em têkoşînê bilind bikin, bibin yek wê demê pergalek wek AKP’ê wê nikaribe me bişewitîne, bajarên me talan bike û xera bike. Ger em bibin yek em ê bikaribin Rêbertiya xwe jî hê bêtir bi hêz bikin û azad bikin. Yê sûçdar pergala netewe dewlete. Yê ku mafê mirovahiyê bin pê dike ev pergal e. Ne gelê Kurd û Rêbertiye. Ji ber vê jî li her derê cîhanê pêwîste Kurd çalakiyê xwe bilind bikin. Di vê 15’ê Sibatê de em wisa bikin ku ew ji vê biryara xwe poşman bibin. Heman demê de li Kurdistanê de em bikaribin xweseriya xwe bilind bikin, bidin rûniştandin, yek kesekî ger em bê rêxistin nehêlin wê demê em ê bingehekî mayîn de ji bo azadkirina Rêbertî bidin avakrin. Her wiha li pêşiya me 4’ê Nîsanê heye, 8’ê Adarê heye, pêwîste di Newrozê de ev bigihêje lûtkeyê. Em wisa armanc bikin ku di Newrozê de em xweseriya xwe li her derê îlan bikin. Ku em bikaribin bêjin ku me dagirkerî di her milê de ji welatê xwe derxistiye. Raste me ji xwe, ji mejiyê xwe derxistiye. Lê em ê di welatê xwe de jî derbixînin. Dibe ku îro hin deran bêdengî heye. Bêdengî ev pergal qebûl kirine. Ji ber vê jî pêwîste bêdeng nemînin. Di her astê de têkoşînê bidin meşandin û vê pergala derhilatdar bin bixin.