AKP a bi rêbazên wehşî li Kurdistanê komkujiyan dike, di heman demê de operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Di vê çarçoveyê de li Dîlokê 12 kes hatin girtin. Li navçeya Riha Bêrecûkê jî 13 kes hatin binçavkirin.
Li Dîlokê di serdegirtina malan a di 10'ê Sibatê de xwendekarên bi navê Alî Bakir, Azad Aslan, Vehbî Aydemîr, Yahya Kemal Dogrû,Mûsa Aydin, Mûstafa Kokel, Şabah Bayhan, Yûnûs Abûl, ferhat Akgulî Ozgûr Ûysal, Hasan Bozkûş, Yûsûf koçyîgît û Ridvan Ekîncî yê hatin binçavkirin, duh êvarî şandin Dadgeha Dîlokê. Ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya "Endamên rêxistinê" ne, xwendekar sewqî dadgeha nobedar kirin. Ji xwendekaran Alî Bakir bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, 12 xwendekarên din jî bi heman îdiayê hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.
LI BÊRECÛKÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî ber destê sibê li taxên bejahî û navendê polîs û jendermeyan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê Navçeyê yê DBP'ê yê berê Ahmet Kiliç, rêveberê DBP'ê yê navçeyê Halîl Genç, Endamê Meclîsa Şaredariyê Bozan Karayilan, xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Firatê Selahattîn Algaç, Mehmet Yaşar û Huseyîn Gokdogan, Nûh Karadag, Atîlla Yavûz, Mûstafa Şahîn, Mahmût Arikan, Seydî Kayabaş, Tahîr Yildiz û Mahmût Korkmazer hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku 13 kes ji ber beşdarî çalakiyên şermezarkirinê û meşan bûne hatine girtin.