Li Danîmarkayê roja yekem a meşa dirêj bi dawî bû
Roja yekem a meşa dirêj a du rojan ku bi armanca protestokirina 18’emîn sala komploya navneteweyî li Danîmarkayê hat destpêkirin, saet 15.00’an bi dawî bû.

Çalakiyên protestoyî yên li hember komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat dewam dikin. Wek li gelek navendên Ewropayê li Danîmarkayê jî meşa dirêj a du rojan hat lidarxistin. Meşa saet 10.00’an ji Stasyona Hedenhûsene destpê kir, li Stasyona Glostrûpê bi dawî bû. Sibehê girseya li Stasyona Glostrûpê wê bi girseya li Vesterbro Torv rawestiyaye re bigihêjin hev û ji vir ber bi Radshûsplansenê bimeşin û piştre mîtîngekê li dar bixin.
Roja yekem a girseyê 25 kîlometre li pey xwe hişt îro saet 15.00’an bi dawî bû.
Girse wê sibehê saet 10.00’an ji Stasyona Glostrupê meşa xwe bidomîne. Saet 13.00’an wê bi girseya li Vesterbro Torvê rawestiyaye re bigihêjin hev û ji vir ber bi Radshûspladsenê bimeşin, mîtîngekê li dar bixin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka wiha daxuyanî da: “Yên tevlî roja yekem a meşê nebûne, dikarin roja duyem tevlî bibin û piştgiriyê bidin. Ji bo Kurdistanek azad û rêbertiyek azad tevlî bibe û tevlîbûnê çêke.”